HESEKE – Ciwanên şoreşger ên bajarê Hesekê duh êvarê saet derdora 20.30’an de li dijî xiyaneta PDK’ê û malbata Berzanî bi dirûşmeya “BIRIN BERZANÎ Û Xiyaneta PDK’ê” meşeke meşaleyî li dar xistin. Bi dehan ciwanên Hesekê û gel beşdarî meşê bûn.
Meşa ku ji Baxçeyê Rêbertî destpê kir, li Qada Cûdî bi dawî bû. Piştî meşê li Qada Cûdî ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî ji aliyê Rêveberiya Ciwanên Şoreşger ên Hesekê Medya Ebdulrehman ve axaftinek hat kirin.
Meş piştî qîrîna dirûşmên Bijî Xiyaneta PDK’ê û Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.