KOBANE – Şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin. Her wiha Endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê jî derbarê tecrîdê de axivîn û bang li rêxistinên hiqûqî û CPT’ê ê kirin ku xwedî li erka xwe derkevin. Hêrsa pêkhateyên herêmê a li dijî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo na-sekine. Îro bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo şêniyên navçeya Çelebiyê daketin qadan. Meş ji aliyê Ciwanên PYD’ê ve hat organîzekirin.
Çalaker li çarxerêya Şehîd Gelhat rawestiyan û li wir endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê şaxê Firatê Ehmed Xoce axivî û got:
“Ji ber ku em xwedî li firkrên Rêber Apo derketin û li dijî aliyên ku destdirêjiyê li herêmên me dikin têdikoşin, em bi êrişên dijwar ên dewleta Tirk re rû bi rû dimînin. Em ê têkoşîn û berxwedana ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bidomînin.
‘Em bang li rêxistinên hiqûqî û CPT dikin ku erkên xwe bi cih bînin’
Endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan yên Minbicê Ednan Xelîfe, Buseyne El Hesen, Mihemed Husam û Rabia Bekro derbarê tecrîdê de axivîn û ev tişt gotin:
“Rêber Abdullah Ocalan xwediyê projeya neteweya demokratîk ku ev proje jî bûye çareseriya pirsgirêkên herêmê. Cezayên dîsplînî rêbazeke nû ya zexta derûnî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan e. Endamên Însiyatîfê, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Îmraliyê wek siyasetên dermirovî bi nav kirin. Endaman, kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye, bang li rêxistinên hiqûqî û li CPT’ê kirin ku xwedî li erka xwe derkevin.”