HESEKÊ – Bi dehan ciwan û gelê Dirbesiyê tevlî merasîma bîranînê ya ku ji aliyê endamên Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve bi hevparî hate lidarxistin bûn. Beriya destpêkirina çalakiyê li ser navê şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin hate kirin. Di bîranînê de ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin û sinevziyona jiyana şehîdan hate temaşekirin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Nûr Ehmed axivî û behsa rastiya şehîdan kir; Şehîd ew in ku bedelên mezin didin. Yên ku ji bo gelê xwe ji bo vê xakê xwe feda kirine ew in. Van hevalan ji bo tevgera jinên ciwan, ji bo tevgera azadiyê kedên mezin dane. Em çiqas qala wan bikin jî, bêguman ew ê ne temam be. Em ê her tim li ser şopa wan bin. Weke jinên ciwan û ciwan em soz didin ku em ê her tim têkoşîna wan bişopînin û tola wan hilînin. Heta dilopek xwîna me bimîne em ê li pey wan bin. Heval Vejîn û Heval Slava di temenê xwe yê biçûk de beşdarî vê şoreşê bûn û di vê şoreşê de pêşengên mezin lîstin. Di dawiyê de em soza xwe li ber Rêbertî û şehîdan nû dikin. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.
Di heman demê de dayika şehîd Slava axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Dayika Şehîd, “Şehîd jiyan in, roj in, namirin. Şehîd Silava di temenê xwe yê biçûk de jî her tim bextewarî li derdora xwe dianî. Her kesî li dora xwe kom dikir. Ji ber vê yekê her tim nûbûn li dora xwe çêdikir, derdora wî her tim şahî bû. We wî tu carî xemgîn nedidît, her tim dikenî. Ji ber vê yekê her tim jiyan dida li derdorara xwe.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.