ÊLIH- Weke ku tê zanîn di van demên dawî de li dijî tiryak, fuhuş, sîxur û hemû polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li ser ciwanan kampanyaya “Li Dijî Şerê Taybet Tekoşînek Bi Heybet” ji aliyê Meclîsên Ciwanên YSP û HDP’ê ve hat destpêkirin. Di vê pêvajoyê de li bajarên Tirkiyeyê bi taybet li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Meclîsên Ciwanan ve çalakiyên aktîf tên meşandin. Endamên ciwanan bi civîn, konser û kombûnên cur bi cur armanca kampanyayê ji malbatan re bi taybet ciwanan didin nasîn û di derbarê polîtîkayên şerê taybet de hişyariyê didin.
Duh şev endamên YSP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Êlihê li kolanên Êlihê geriyan û belavok belav kirin. Bi belavokên ku hatin belavkirin, armanca kampanyayê hat nasandin û raya giştî bi polîtîkayên şerê taybet hat agahdarkirin.
Ji aliyê ciwanan ve peyama “Em di çarçoveya kampanyayê de xebatên xwe didomînin, em ê têkoşînê hîn zêdetir mezin bikin” hate dayîn.