GRIGNY – Gelê Kurd û dostên wan ên li Taxa Drancy ya Parîsê saet 17:00’an ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî û mutleq a li ser Rêber APO di pêşengiya Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan û Tevgera Ciwanên Şoreşger de li hev civiyan, bi qîrîna dirûşman ew tecrîdê qebûl nakin.
Çalakî li Navenda Çanda Kurd destpê kir, li ber avahiya şaredariyê bi dawî bû. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger piştî deqeyek rêzgirtinê li şaredariyê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêbertî nayê îzahatkirin û ev pêkanîn li dijî hemû qanûnên hiqûqî ye û bang li dewletên Ewropayê kir.
Ciwanan diyar kirin ku heta ev tecrîd û esareta neheq neqede ew ê kolanan neterikînin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.