NAVENDA NUÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkera kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de ya ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û sûcdaran li gundewarê Dêrazorê dest pê kiriye, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk şehîd bûne.
Daxuyaniya ku navendê parve kiriye wiha ye: “Hêzên me, QSD`ê li herêmên rojhilat û bakurê Dêrazorê ji bo tunekirina şaneyên DAÎŞ`ê û qaçaxên narkotîkê, operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` dest pê kir.
Operasyon li ser bangewaziya rûspiyên herêmê û piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAÎŞ`ê, qaçaxiyê û binpêkirina mafên welatiyan û ewlehiya giştî dest pê kir. Gelek pêkhateyên hêzên me tev li operasyonê bûn.
Her wiha di operasyonê de, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk piştî berxwedaneke dîrokî li hember şaneyên rêxistina terorîst, qaçaxan û sûcdaran şehîd bûn.
Em sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Di heman demê de israra me ya pêkanîna armancên şehîdan, parastina ewlehiya herêmê û welatiyan, zêde dibe.”
Li gor daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û paşnav: Feyad Tirad El Ebdullah
Navê dayîkê: Meryem
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1987`an
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Nav û paşnav: Mihemed Mahir Helîb
Navê dayîkê: Buseyne
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1996
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-202
Nav û paşnav: Mistefa Xalid Xetîb
Navê dayîkê: Xaldiye
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Nav û paşnav: Mihemed Omer El Taha
Navê dayîkê: Nahid
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1993
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Nav û paşnav: Xalid Hemûd Zêno
Navê dayîkê: Rehme
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha ev daxuyanî parve kiriye:
“Endamê me Enes El Rehal 30’ê Tebaxa 2023’yan di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku li hember çeteyan û kesên ku tevliheviyê çêdikin, hatiye destpêkirin şer derket û di encamê de bû şehîd.
Nasnameya şehîd wiha ye :
Nav û Paşnav: Enes El-Rehal
Navê Bav: Îsa
Navê Dayikê: Şêxe
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Tebqa 21.12.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 30.08.2023”