STENBOL – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê girtî û agahî jê nayê girtin, di 2-3’ê Îlonê de li gelek bajarên Ewropayê rêze çalakî û çalakî tê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de wê di 2’ê Îlonê de li Elmanya û Fransayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd” meş bên lidarxistin. Tê payîn ku ji welatên weke Elmanya, Swîsre, Fransa, Îngilîstan, Awûstûrya, Îspanya û Kolombiyayê gelek kes beşdarî meşên ku li Dusseldorf, Berlîn, Hambûrg û Hannoverê yên Elmanyayê û li Parîs û Strasboûrgê yên Fransayê tên lidarxistin bibin.
KONFÊRANSA 3’ê Îlonê
Di 3’ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dortmûndê bi sernavê “Bi ciwanên rêxistinbûyî re azadiya Rêbertiyê” tê lidarxistin. Di konferansa rojekê de wê erk û berpirsyariyên ciwanan ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bên nîqaşkirin. Konferansa ku wê bi sedan ciwanên ji welatên Ewropayê bi taybet Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya û Îngilîstanê beşdar bibin wê saet di 11:00 de dest pê bike.
Endamê Komîteya Amadekar a Rêwîtiya Azadiyê Azad Erîş, çalakî û bernameyên ku bên lidarxistin nirxand.
‘CIWAN JIYANEKÎ BÊ RÊBERTÎ QABÛL NAKIN’
Erîş anî ziman ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê di salên dawî de di asta rêxistinî û çalakiyan de pêşketinên mezin bi dest xistine û destnîşan kir ku îro ciwan jiyana bê Rêbertî qebûl nakin. Erîş, da zanîn ku felsefeya Rêber APO ji bo ciwanên li gelek deverên cîhanê çavkaniya îlhamê ye, bi taybetî jî ji bo ciwanên Kurd û got, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” bi serê xwe derneket. Di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de ev dirûşme bû bingêha têkoşînê. Bi vê sloganê ciwan hay ji xwe bûn. Bi vê dirûşmê têkoşîna xwe domand in. Îro di şexsê ciwanan de ala têkoşînê bilind dibe.”
DAXWAZA SEREKE MEŞAN ÇI YE?
Erîş bal kişand ku meşa ku wê 2’ê Îlonê li Elmanya û Fransayê jî dest pê bike wê li ser vê bingehê were organîzekirin û bal kişand ser wê yekê ku di meşê de daxwazên sereke yên ciwanan wê rakirina tecrîda li ser Rêber APO be û azadiya ya fîzîkî misoger kirin be. Erîş anî ziman ku ji gelek welatên cîhanê ciwanên enternasyonalîst û ciwanên Kurd jî wê piştgiriyê bidin meşê û diyar kir ku çalakgerên ku dê beşdarî meşê bibin jî dê bi cih bibin.
WÊ DI KONFÊRANSÊ DE ÇI PAYAM BÊ DAYÎN?
Erîş, bal kişand ser konferansa ku dê di 3’ê Îlonê de li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi navê “Azadiya Rêbertiyê bi ciwanên rêxistinbûyî re” li dar bixin, diyar kir ku bi konferansê bi taybet bidawîkirina tecrîdê dê gelek peyaman bidin. Erîş got, “Ev mijar
Weke ku ji slogana konferansê jî tê fêmkirin, ji bo nîşan bide ku paradîgmaya Rêber Ocalan a ku êdî hêviyê dide gelên cîhanê, alternatîfek e. Li ser vê bingehê wê di konferansê de mijarên têkildarî rol û mîsyona ciwanan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bên nîqaşkirin. Yek ji armancên me yên sereke ye ku em peyama ku azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e bidin. Lê belê azadiya gelê Kurd ku niha li her parçeyekî Kurdistanê bi her cure zilmê re rû bi rû ye, wê pêk were.”
‘EM Ê ÇALAKIYAN BIDOMÎNIN’
Erîş da zanîn ku ew ê li ser esasê rakirina tecrîda li ser Onder APO û misogerkirina azadiya fîzîkî çalakî û bernameyên xwe bidomînin û got, “Planên me hene. Li ser vê bingehê ji bo rêxistinbûnê em li qadan çalakiyên wekî panel, stand û meş li dar dixin. Ku qismî be jî, ciwanên Kurdistanê her roj li kolanan bin û dengê xwe bidin bihîstin. Ciwanên Kurdistanê wê di pêşerojê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan rol û mîsyona herî bingehîn bilîzin. Careke din wê li ser esasê mezinkirina têkoşînê bi kilîtkirina xala serkeftinê re bibe bingeh.”
‘BANGÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR’
Erîş bang li her kesî kir ku li dora têkoşîneke hevpar bibin yek û got, “Divê her ciwanê Kurd xwe ji vê yekê berpirsyar bibîne û li ser vê bingehê nêzî Rêberti bibe. Em careke din bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku ‘Bi Ciwanên Rêxistinbûyî re Rêbertî Azad’ bikin.
Çavkanî: MA