STENBOL – Li Taxa Demîrkapi ya Bagcilara Stenbol, Ciwanên Welatparêz bi meşekê nerazîbûna xwe ji ber hestiyên Tolhildan Tekman di sindoqê de radestî malbata wî kirin, dan nişan dan. Di Meşê de ji aliyê ciwanan ve sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” “Ey Şehîd Xwina te Ardê Namine!” Bi dirûşmeya “PKK gel e gel li vir e” hate berzkirin. Ji aliyê endamên Ciwanên Welatparêz ve peyama “Em ê hesab ji bo hevrêyên xwe bipirsin” hat dayîn.
Daxuyaniya Ciwanên Welatarêz wissa ye:
“Cenazeyê hevalê me Yilmaz Uzun ê bi navê kod Tolhildan Tekman ku 3 sal berê şehîd keti bû, bi parçe parçe di qutiyeke biçûk de radestî malbatê hate kirin.
Weke hûn jî dibînin, desthilatdariya faşîst, dagirker a AKP-MHP’ê ji cenazeyên şervanên azadiyê yên Kurd jî ditirse û ji ber vê yekê polîtîkayên xwe yên dijminahî hîn zêdetir pêş dixe. Ev jî nîşan dide ku hikûmet çiqasî lawaz û tirsonek e.
Em soz didin gelê xwe ku em ê hesabê hevalên xwe ji qatil û îşkencekaran bipirsin! Em soz didin Tolhildan Tekman, Welat Çiya û Agît Îpek û gelek cangoriyên azadiyê. Em ê vê têkoşînê roj bi roj mezin bikin! “