MERSIN – Endama Meclisa Ciwanên Partiya Çep a Kesk Fatmagûl Demîr, di çarçoveya kampanya “Li Dijî Şerê Taybet Tekoşînek Bi Heybet” ya bi pêşengitya Meclîsên Ciwanên YSP û HDP’ê hatiye destpêkirin de; Ajansa me di çarçoveya kampanyaya ku li ser vê bingehê hatiye destpêkirin de, armanca polîtîkayên koçberiyê yên li ser ciwanan û divê ciwan li hemberî vê yekê çawa xeta têkoşînê diyarbikin, hevpeyvîn kir.
Polîtîkayên koçberkirinê di serî de li hemberî ciwanên Kurdistanê û tevahî gelê Kurd ê berxwedêr polîtîkaya şerê taybet a herî bi biryar a pergalê ye. Armanca sereke ya vê polîtîkayê ew e ku ciwanên hêza herî çalak a tevgera Kurd tine bike, dagirkeriya erdnîgarî û demografîk a li Kurdistanê bi ser bikexe û tevahiya herêmê Tirk bike.
Bi rastî tu ciwanên Kurd yên welatparêz naxwazin welatê xwe biterikînin. Ciwanên Kurdistanê ne li gor daxwaziyê tevdigerin. Pêdiviyeke hişmendî ye, pêwîstiyeke ku xwedî bingeheke pir cidî ya derûnî û aborî ye ku ji aliyê sîstemê ve hatiye ferzkirin.
Li ser pirsgirêkên aborî yên gelê Kurd ku li Kurdistanê di bin desthilatdariya metingeran de ye, li hember jiyaneke “baş” pêşniyarên sîxur û cerdevanan ji ciwanên Kurd ên welatparêz re tê kirin. Dewleta ku li hemberî vê pêşniyarê nikare bigihîje tiştên ku dixwaze, bi her cure manîpulasyon û zextên li ser ciwanan, ciwanên Kurd neçar dike ku welatê xwe biterikînin. Gund, bajar û welatên bê ciwan mehkûmî tûnebûyinê ne. Ji ber ku dewlet vê dizane, bi hemû hêza xwe hewl dide ciwanan qels bike. Ev polîtîkayên Şerê Taybet in, hemû bi baldarî û gav bi gav in.
Berpirsyartiyên me yên ciwanên Kurd diyar in. Li çar aliyê Kurdistanê di bin sîwana kampanya me ya “LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET TÊKOŞÎNEK BI HEYBET” de, em bi meclîsên ciwanan re di kolanan, li pîknîk, şahî, çalakiyan li hev kom bibin. Li dijî tiryak, fuhuş, polîtîkayên koçberkirinê û gelek pirsgirêkên din ên li ser me tên kirin, em ê li her qadê têkoşîna li dijî polîtîkayên qirêj bilind bikin.
Em ê li dijî zext û polîtîkayên şerê taybet ên ku li ser me ciwanan tê ferzkirin, ji her demê xurtir li ber xwe bidin, ji bo ku em ji xaka bi hezaran salan a ku em lê dijîn, dernekevin. Em bang li hemû hevalên ciwan dikin ku xwe bi rêxistin bikin, dengê xwe bilind bikin û Kurdistanê hembêz bikin.