NAVENDA NUÇEYAN – Komîteyên Şilêr yên Şopandina Mafên Zarokan kuştina 4 zarokan li Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin:
Dewleta Tirk Roja Aştiyê ya Cîhanê bi rengê xwînê boyax kir. Doh 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bû, Dewleta Tirk di vê rojê de komkujî dijî zarokan pêk anî. Têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteyên şilêr daxuyanî dan. Komîteya Şilêr ya Şopandina Mafên Zarokan li bajarê Qamişlo got:
Roja Aştiyê ya Cîhanê rojeke cuda ye ku ji bo bidawîkirina kuştin û şerê heyî ye. Lê dewleta Tirk ev roj bi rengê xwînê boyax kiriye. Duh li Minbicê 4 zarok bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Di êrişên rojane yên dewleta Tirk de zarok dibin hedef.
Zarokan bang li tevahî rêxistinên parastina mafên zarokan kir ku li hemberî êrişên li ser zarokan ji bêdengiya xwe derkevin û kuştina zarokan bisekinînin. Her weha Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan ya Hesekê jî li Kampa Waşûkanî daxuyaniyek da û kuştina 4 zarokan li Minbicê şermezar kir. Zarokan li vir jî banga parastina zarokan kirin.