NAVENDA NUÇEYAN – Şêx û rûspiyên eşîreyên heremê li dijî hewildanên ku dixwazin li dêrazaorê fitnê derxînin derketin û teqez kirin ku ew li gel hêza xwe QSD’ê ne. Şêx û rûspiyên eşîreyên EL-cibûr, El-beGare, Teyî, êkêdat, şerabîn, şemer, Xewatine, Neaîm, Sade işraf, Idwan, Welde, Herib, Meşahid , Cihêş û bi dehan nûner û rûspiyên eşîreyên kurd, êzidî, Suryanî û Aşûrî daxuyaniyekî hevbeş dan.
Aliyan piştgiriya Operasyona QSD kir û gotin:
Em hemû hewildanên derxistina Fitne û tevlîheviyê li herêmê bakur û rojhilatê sûriyê red dikin. Aliyên dijberî herêmê û biratiya gelan dixwazin bi fan siyasetan biratiyan me têk bikin. Li ser vî bingehî em dibêjin wê tu alî bi riya derxistina fitneyan, biratî û ewlehiya gelên herêmê derib bike.
Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe bi şêx û rûspiyên Dêra Zorê re ragihandin û diyar kirin ku pêwîste gelê DêraZorî xwedî li destkeftiyan derkevin û li dijî van hewldanan betek nîşan bidin. Ji bo wê, divê em li dora hêzên xwe kom bibin û destê xwe bixin destê hev.
Pirojeya rêveberiya xweser dijî aliyên dijber xurt bikin û xwedî lê derkefin. Pêwîste li tevahî Sûriyê gorî pirojeya meclisa Sûriya Demokratîk wekhevî û biratî pêk were.