ERZIROM – Tolhildan Tekman a ku 3 sal berê li Sêrtê şehit ketibû Cenaze piştî salan di sindoqê de radestî malbata wî hat kirin. Ev ji hêla gele ve rastî bertekeke mezin hat. Îro girseyên ku xwestin biçin sersaxiyê ya ji bo Tolhildan Tekman a li Erzirom-Tekman gundê Çukur Yayla, rastî astengiyên leşkeran hatin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ketina gund ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin.
Hat diyarkirin ku girse ji bo bikevin gund têkoşîna xwe didomînin.