NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi konferansa azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin cem hev. Ji gelek welatên wekî Elmanya, Swîsre, Fransa, Îtalya, Îngilîstanê bi dehan ciwan beşdarî konferansê dibin.vSalona konferansê bi pankart û wêneyên ku gotinên Rêber APO tê de hebûn hat xemilandin. Di konferansê de cîhê xwe digre ku pirtûkên Rêber APO jî tê de hene.
Konferans danê sibê saet di 11:00 de bi dirûşmeya “Bi Ciwanên Rêxistinkirî re Azadiya Rêbertiyê” û deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê bi axaftina Sercan Aydin berdewam kir.
Aydin di axaftina xwe de bal kişand ser rola pêşeng a ciwanên Kurd û diyar kir ku di vê pêvajoyê de hêza herî dînamîk a azadiya fîzîkî Rêber APO ye. Aydin axaftina xwe wiha domand; “Weke ku tê zanîn piştî vê konferansê hûn ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hefteyekê meşek li dar bixin. Girîngiya vê meşê wê di misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO de roleke bingehîn bilîze. Li vir, li ser we ciwana ye ku hûn Rêber APO bêtir nas bikin, bêtir gelêrî bikin û jiyanî bikin. Her çalakiya ku em li ser vê bingehê dikin xwedî wateyek û armancekê ye. Li ser vê bingehê çalakiya ku hûn ê li ser “Rêwîtiya ber bi azadiyê ve” li dar bixin wê gelekî girîng be. Di vê çalakiyê de di serî de serketinê dixwazim.”
Piştî axaftina Aydin, ji bo Rêber APO sînevîzyona ku tecrîda li Îmraliyê vedibêje hate lidarxistin.
Konferansa ku bi awayê rûniştinan berdewam dike, bi beşdariya xurt a ciwanan, stran û dîlanên wan hene.
Konferans bi axaftinan berdewam dike…