MEXMÛR – Endamên Tevgera Jinên Ciwan Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) li hember radestkirina cenazeyê Şehîd Tolhildan Tekman (Yilmaz Uzun) di sindoqê û sekne xwe bi daxuyaniyekê li hember wan rêbazên qirêj yên Dewleta Tirk bi Şehîdên şoreşê diyar kir.
Di daxuyaniya ciwanên Mexmûr hatiyê gotin:
“JI GELÊ MEYÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ RE
Em wek ciwanên mexmûrê serîde sersaxi ji Rêber Apo, ji malbata hêja û rêhevalên Şehîd Tolhildan dixwazin. Weki ku te zanin, Şehîd Tolhildan TEKMAN di sala 2020’an li sêrt’ê Şehîd dikeve. Piştî sê salan Dewleta Tirk ya dagirker bi şêwazekê diji mirovane hestiyên Şehîd di Qotiyekê de ji malbata wi re tê teslimkirin.
Em weke ciwanên Kurd Şopdarê Şehîdan, em dibejin emê bibin layiqê navê Şehîd Tolhildan û emê tola Tolhildanan li erdê nehêlin. Weke tê zanin Dewleta Tirk ya dagirker û faşit, dixwaze gelê Kurd tone bike, bi tonekirinê re ji dixwaze êşên mayinde di dilê malbatên meyên xwedi şehîd û şervanan bi vê êşê ve çok li wan dayne. Lê belê Dewleta faşist ji baş dizane di ku oxira van Şehidan de êş dibe hêrs li himberî dagirkeri û talanê.
Ev ne cara yekeme ku Dewleta Tirk bi vî şêwazi li himberî Şehîd û malbatên me bê rometiyek wisa dike. Ji bona vê yeke em weke ciwanên welaparêz ku bavê Şehîd ji Şehîd re dibeje “silavê ciwanan ji te re hene”. Emê li himberî van êrişên faşit bêdenk nemin û heya dawî şopandina rêya Şehidan ji buna me romete.
Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê Kurd û dostên Kurd, dikin ku li himberî rêbazên qirêj yên Dewleta Tirk bi Şehîdên xwere bin û em bi hevre li himberi dagirkerî, zilim û hovitiyê seknek şoreşgerî raber bikin.
“ŞEHÎD NA MIRIN”
“ BÊ SEROK JIYAN NABE”
(TJCM TCM)