NAVENDA NUÇEYAN – Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên Efrîn-Şehba, Cizîr û Firatê, yek ji hedefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî zarok in. Di raporên hatine amadekirin de ji destpêka sala 2023’yan heta 2’yê îlona 2023’yan li tevahiya herêmê 41 zarok hatin qetilkirin û 32 hatine birîndarkirin, 4 hatine tecawîzkirin, 9 hatine girtin, 8 jî hatine revandin.
Li gorî herêman bîlançoya komkujiya li ser zarokan wiha ye:
Herêma Cizîrê:
- Êrîşên li ser sînor: Zarokek birîndar bû
- Teqîn: 3 zarok hatin kuştin.
- Êrîşên balafirên bêmirov ên bi çek: 2 zarok hatin kuştin.
- Topbaran: 7 zarok hatin kuştin, 6 birîndar bûn.
Herêma Minbicê:
- Êrîşa ser gund: 4 zarok hatin kuştin
Herêma Firatê:
- Êrîşa baliafirên bêmirov ên bi çek: Zarokek birîndar bû.
Herêma Reqa:
- Topbaran: 2 zarok hatin kuştin, 2 birîndar bûn.
Herêma Dêrazor:
- Teqîn: Zarokek hat kuştin.
Herêma Efrîn-Şehba:
- Teqîn: 15 zarok hatin kuştin, 16 birîndar bûn.
- Tecawizkirin: 4
- Girtin: 9
- Destdirêjî û lêdan: Zarokek hat kuştin, 6 birîndar bûn.
- Revandin: 8 (yek ji wan pitik e)
- Kuştin: 6