NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Ciwanan a PKK’ê Ozgur Şerker di bernameya Taybet li Stêrk TV axifî û de despeka axaftîna xwe dê Şehîd Vejîn Jiyan û Ozgur Ronî bi bîr anî. Di heman deme de Heval Ozgur Şerker mesajeke giring da ciwanên Kurdistanê û got:
“Wek tê zanîn Hevala Vejîn û Hevalê Ozgur di dema dawî şehadeta wan hatiyê îlan kirin. Her du hevalê me jî di êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn. Her du heval jî, hem hevala Vejîn hem heval Ozgur Ronî demek dirêj di tekoşina azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtin, kedeke bê hempa danê. Ji bo ciwanên Kurdistanê bûn ronahiyeke, weke stêrkek her tevlî tekoşinê bûn û di encamê de di pey xwe miraseke giranbûha hiştin.
Ji bo na vê ev her du hevalan re manê dayin, famkirin, danê naskirin hem ji bo me hem jî ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê deynê stûyê me ye. Erkeke pir giringe. Bê gûman gelek milên hevalan heye ku em hin bêhtir manê bidin, hin bêhtir ji bo xwe bikin weke rêberekê tekoşinê.
Ama ez dawî dixwazim vê bejim; ciwanên Kurdistanê divê wan hevalan nasbikin. Divê rihê hevala Vejîn, heval Ozgur ji xwe re wek qibleyeke bibînin. Ev hevalana rihê fedaiya ciwanên Kurdistanê bûn. Ev hevalana, heval Vejîn û heval Ozgur Ronî pêşengên sembol ya ciwanên Kurdistanê bûn. Di vî oxîrê de tekoşin kirin, di vî oxîrê de şer kirin, di vî oxîrê de li hember dijmîn bê aman seknek raber kirin û di vî oxîrê de bûn berdel.
Em wan hevala tu carî ji bîr nakin, emê her ser şopa wan bin û em bawerin niha jî dijmin nikarê bi wî keyxweş bibe ji ber heval şehîd ketin û roja ditîr ciwanên ditîr ser navê heval Vejîn, ser navê heval Ozgur tevlîbuna xwe diyar kirin. Ev ji bo dijmin mesajê herî bi wateyê. Ev dide diyar kirin ku dagirkeriya Tirk çi jî bike nikarê pêşî ciwanên Apoyî bigirê. Çiqas hewl bide êriş jî bike ewê bi xwe xwe şîn bike. Ev tov, tovê azadî carek hatiyê reşandin di Kurdistanê de. Ciwanên Apoyî careke tama azadiyê girtine. Ji bo na vî hem di şexsê hevala Vejîn de, hem di şexsê heval Ozgur Ronî de ez careke din bejna xwe ber bîranina wan hevalan bi hûrmetek mezin ditewînim, her wiha bibîr tînim. Û ez dibejim em ê heta ku tola wan rabikin heta ku armanc û xeyalên wan pêk bînin em ê her tim di nav tekoşînekê bê navber de bin.”