NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Ciwanan a PKK’ê Özgür Şerker di bernameya Taybet a Stêrk TV de li ser mijarên ku di konferansa yekêmin a Tevgera Ciwanên Apoyî de hatin niqaşkirin axifî.
Di axaftina xwe de Özgür Şerker niqaşên ku konferansê de li ser Rêber APO hatiye kirin got:
“Heqiqeta me Rêber APO yê. Em bê Rêber APO tiştek ninin. Bê Rêber APO di Kurdistanê de çawa ku Rêber APO got ‘di Kurdistanê de bê partî pêlek jî nahêje’ em jî wî dikarin bejin, konferansa me wî da diyar kirin, bê Rêber APO di Kurdistanê de manê ti tiştek nine.
Yê ku di Kurdistanê de tove azadî çand Rêber APO yê, yê ku Kurdistanê de ji mirinê de zayîn çekir, ji mirinê jiyanê avakir, vejîn kir, yê ku ji ciwanan re azadiyê da hiskirin, reya azadî nişan kir Rêber APO yê, rastiya Rêber APO yê.
Îşte îro 25 salê di wî girava Îmraliyê de ye. Di wî sîstema çarmix ya tecrîda işkenceya Îmraliyê de ye. Rêber APO wan diwaran parçe parçe kir. Fikrê Rêber APO îro berbelavê hemû cihanê bûyê. Ev ji bo me keyxweşiya herî mezine. Ev ji bo dijmin derd û kûlê herî mezinê. 29 mehe, tam 29 mehe ti agahiya me ji Rêber APO nîne.
Tecrîd çiqas be girankirin jî, heman demê işkençeyê ku li girava Îmralî 24 sal çiqas giran bikin jî ev tekoşin wê xizmeta wî de be. Em îşte viya carekê din weke rexnedayn jî raber dikin ku 25 salê Rêbertiya me di wê giravê de ye, 25 sale tecrîdekî wisa girankirî jiyan dike. Di heman demê em jî wî dibejîn ku emê ji her demê zedetir hemû tişten xwe serferberî wî rastiyê bikin.
Di Kurdistanê de li ser rastiya jiyanê, li ser qîymeta jiyanê tiştek hebe em divê herkesî, ku ne tenê ciwan, insanên di nava civakê de jî, kalek jî pîr jî, kalêk jî zarokêk jî çi jî dikarin bikin divê ji bo rastiya Rêber APO xwe seferber bikin.
Eger tiştekî ku li ser navê rûmet û şerefê hebe ê bê kirin têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêşxistine. Heman demê de ciwanên Apoyî divê di astekî radîkal de bi rastî jî astekî li gorî heqîqeta Rêber APO divê xwe çek û rext bikin û tevlî têkoşîna gerîla bibin.
Em wek tevgera ciwanan, tevgera ciwanên Apoyî me xwe di vir de klît kiriyê. Ev konferans tekoşîna wî raber kir, ev konferans niqaşê wî da meşandin. Têkoşîn yek aliyê wê em ê nemeşînin, em ê ji vir şûndatir konferansa me jî wî diyar kir; emê berfirehtir bikin tekoşina xwe, emê ê ku lingê wî kêm dima em ê wana temam bikin, xurtir bikin û heman demê de emê wisa bikin ku emê dijmin pişman bikin ku ev tecrîd li ser Serokatiya me û li ser gelê me dide ferzkirin.”