HESEKE – Şehît Weed a jina ciwan a Ereb ku di 27’ê Cotmehê de ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve a ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a dagirker li ser navçeya Til Maruf a bajarê Qamişlo de şehîd bibû, hat bîranîn. gora wê di roja 40. a şehadeta wê de ye. Bi dehan ciwan û gelê Hesekê beşdarî bîranînê bûn.
Ciwan bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” ber bi goristana şehîd Weîd ve meşiyan. Piştre kulîlk danîn ser gorê û mûm hatin pêxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê hemû şehîdên şoreşê, li ser wate û girîngiya rojê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Media Ebd Elrehman axaftinek kir.
Medya Ebd Elrehman got, “Di serî de ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bi rêz li ber wan ditewînim. Weke ku tê zanîn dijmin bi taybetî êrîşî jinan dike, bi taybet jinên ku dixwazin di xeta Rêbertiyê de bimeşin hedef digire. Ji ber ku dizane ku ger jin azad bibe dê dawiya wê, têkçûna wê be. Dizane ku ger jin li ser fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde bike û xwe bi rêxistin bike, wê bibe xençerek li qirik, dil, sîng, mejî û siyaseta qirêj. Lewma êrîşên xwe yên li ser jinan hîn zêdetir dike.
Êrîşa dijmin a qirêj a li ser Şehîd Weîd bû îspata ku tirsa wî. Ji ber ku şehîd Weîd hevalekî me bû ku dixwest di çarçoveya fikir û felsefeya Rêbertî de xwe perwerde bike û xwe bi rêxistin bike. Lê divê bizane ku wê bi hezaran jin têkoşîna wî bişopînin.
Di dawiyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger em şehîd Weedî û hemû şehîdên xwe bi bîr tînin, bi rêzdarî li ber wan ditewînin û soza xwe ya bi şehîdên xwe re nû dikin. Û em soz didin Rêberê xwe ku em ê ti carî serî li ber dijmin netewînin, em ê her tim di fikir û felsefeya wî de bin û xeta şehîdan ji xwe re esas bigirin. Heta dijmin biqedînin bila rûniştina me heram be, rawestin li me heram be!
Dîsa em di şexsê şehîd Weîd de hemû şehîdan bi bîr tînin û li ber wan ditewînin û dibêjin “Şehîd Namirin”.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.