NAVENDA NÛÇEYAN – Pîştî di sala 1982’an de, di roja 14’ê Tirmehê bi peşengtiya Mehmet Hayrî Durmuş û piştrê jî bi Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çiçek berxxwedanekî bêhempa li zindana Amedê despêkir, di her derî de gelê Kurd ku bin zexte 12’ê Îlonê û faşizma Dewleta Tirk de ber bi mirinê de bûn, şiyar bûn.
Ev berxwedan, ev kesayêten ku vê berxwedanê kirinê bûn pîvan, bûn xet, bûn nîrxê herî pîroz. Rêber APO gelek nirxandin di vê mijarê de pêşxist û dibêje:
“Hêj şerê Rêbertiyê beramberî we serî netewandiye. Rêbertî şerek bêhempa dimeşîne. Beşdarvanên me yên destpêkê, hevalên weke Heqî, Kemal û Xeyrî hebûn. Wê demê em zêde li ser pîvanên PKK‟ê û derfetên şerê PKK‟ê nerawestiyabûn. Dîsa jî nayê bîra min ku, wan zêde qusur jiyabin. Elbet di nava PKK‟ê de bi hezaran nirxên wisa hene. Ji bo mînak vê destnîşan dikim. Nirxên me yên wisa bê qusur hene. Wan serkeftinên pir mezin bidest nexistin, lê zanîn ji bo partiyê bijîn. Ya rastî ev jî dibe nirxê herî mezin. Ji bo min, mirov bizane ji bo partiyê bijî bese.”
Kemal Pîr tevlî çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tirmehê bû û bi sekna xwe, bi kesayeta xwe weke hevalekê Tirk bû sembol û mînakekê herî berçav. Rêber APO di we mijarê de jî sekna Kemal Pîr li hember faşizma 12’ê îlonê û netewperestiya Kurd nirxand û got:
“Di nav Kurdan de jî netewperestiya Kurd got; “Pirsgirêka Kurd a mine.” Tenê me ev xirab kir. Eşkere bêjim, min hêj wê demê ev xeterî hîs kiribû, heta gotinek Kemal Pîr hebû, digot; “Ji bo çepgirên me jî bêxin xeta rast, pêwîste em rizgarvaniya netewa Kurd pêş bixin.” Jixwe sedema bingehîn a tevlîbûna Kemal Pîr û hevalên Tirk ên din jî ev bû û ev jî nêzîkbûnek rast bû.”
Pîvanên û nirxên tekoşinê ku bi pêşengtiya Heval Kemal Pîr, Mazlûm Doğan, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Ali Çiçek hatin avakirin Rêber APO di nirxandinê xwe de, di pîrtukê “Rastiya Rêbertî û kesayeta Milîtanên APOyî” anî li ser ziman û got:
“Ji berxwedêrên berxwedaniya 14‟ê Tîrmehê ger em cardin Kemal Pîr bibîr bînin, ya rastî ji bo wê biryarê bide pir nîqaş dike û dibêje; “Em dest bi berxwedanî bikin û nekin jî, dê Rêbertiya heyî karê xwe bimeşîne. Ger em îxanetê jî bikin dê ew dîsa jî ser bikeve.” Divê em vê bipejirînin. Wateya vê nîqaşê eve: Di wan mercên hoveber de jî me û xwe tînin beramberî hev û soza hevgirtinê didin. Ew biryar wisa tê dayîn. Weke we ne li nêvengên azadin û derfeta wan a azad şerkirinê nîne. Tişta ku dijmin kêlî bi kêlî li ser wan ferz dike, helwesta; “Yan hûnê radest bibin, an jî hûnê nejîn.” Polîtîkayek tirsnak tê ferzkirin û biryara wê berxwedaniyê li ser vê bingehê derdikeve holê.”
Di berdewamiya nirxandina xwe de jî dibêje:
“Çima mînaka wateya berxwedêrên mezin ên 14‟ê Tîrmehê didim we? Ji ber mirovên weke Xeyrî, mirovên weke Kemal, mirovên girîng xwe beramberî me berpirs û deyndar dihesiyan. Her wiha ew şehîdên mezinin. Em nikarin van paşçav bikin. Ew paşçavkirin, tê wateya xwe înkarkirinê. Em neçarin wan li ser her tiştî serwer bikin. Ji ber ji vê pîroztir nîne.”
Rêber APO hertim minaka wan dide û derfetên ku di destê wan de di zindanê de hebû bi derfetên ku di şerê çiya de hebûn wekhevkir:
“Ev qanûnek şere. Wan canê xwe helandin heta dawî şerê xwe meşandin. Ma cengaweriyek ji vê mezintirîn heye? Ger emê di PKK‟ê de behsa xeta şer bikin, nexwe emê şêwaza wan esas bigirin. Mazlûm, Kemal û Xeyrî derfeta berxwedanê bi darikek kibrîtê dafirînin û agirê Newrozê pîroz dikin. Lê belê derfetên we yên şer bi qasî çiyan hene. Di destê wan de jî tenê laşê wan heye û wê dihelînin. Çeka wan ew laşe. Êdî laşê xwe bikar tînin û dihelînin. Xeta şerê PKK‟ê eve. Wan li zindanê, yek hûcrê de li ber xwe dan û ser xistin.”
Taybet li ser kesayet û sekna Kemal Pîr pir alî de dikarê bê nirxandin û wek mînak dikare bê dest girtin. Rêbertî bi xwe gelek mînakên wî anî li ser zîman, wek:
“Eşkere dibêjim: Ez hêj xwe weke tam bersiv dayî bîranîna wan nabînim. Êdî çiqas bê pejirandin ewqasim. Ango ger misoger soza me ji bo hinek nirxên pir mezin heye, ev wisa ye. Jixwe bi hezaran nirxên me yên wisa hene. De werin em sekna we bi van nirxan rave bikin. Ev nirx tev ji bo we tevan şeqamin. Ger hûn israr bikin, hûnê her roj ji cihekê şeqamekê bixwin. Ez neçarim wan bideng bilêv bikim. Ji ber wesiyetên xwe ji min re hiştine. Hewce nake hûn dilê xwe bigirin, heta ku bijîm ezê vê wesiyetê pêk bînim. Divê hûn tev jî girêdayî wan bin. Di vê manê de girêdana we têrê nake. Dijmin jî beramberî wan rêzdare. Dixwazim vê bêjim: Di nava PKK‟ê de tevî van nirxên me yên mezin, li hember kesên xwe wisa ferz dikin hewl didim şer bikim. Wijdana yek ji we razî nabe ku van nirxan wisa cuda bide diyarkirin. Parastina vê jî nabe. Devjêberdin kes ji we wisa xwe ferz bike, gel jî dibêje; “Ev nirxên me nebin, em jî nabin.” Ger sozek we jî ya şeref û serbilindiyê heye, misoger hewce dike hûn bi van nirxan ve girêdayî bin.
Li rewşên bi navê şer we jiyan kirine dinêrim û dîsa xwe nagirim Kemal Pîr bibîr neyînim. Çûbû Sîweregê. Di sala 1980‟î de diçe Sîweregê, wê pratîkê lêkolîn dike û dîtibû. Di nameya xwe ya dawî de gotibû; “Ezê bela xwe ji berpirsên vî karî venekim, ezê wan bigirim, ji wan re bêjim we çawa rê ji vê re vekir.” Eşkere ye, ji ber qaşo van kesayetên we yên fermandarî li Sîweregê jî wêrankariyek wisa kûr nehatibû jiyîn. Li Sîweregê şer sînordar hatibû meşandin. Lê tevî wê Kemal Pîr eynî wisa digot; “Ezê bela xwe li wan bidim bêjim te çawa wisa kiriye.” Ger em bi xeta leşkerî ve girêdayî bin, ger em girêdayî wan bin û encamê ji bîranîna wan derbixin, ev ji bo me tevan hişyarî ye. Ji bilî vê girêdanê ti çavkaniya me ya hêzê nîne. Ev girêdan heman weke şerê wan meşandî, şerek mezine.”
Kemal Pîr aliyê femkerina Rêbertî de mînak bû û bi tekoşina xwe, berxwedaniya xwe û helwesta xwe hertim Rêbertî pêk anî. Ji bo vê Rêber APO jî hertim mînaka wê dide û dibejê:
“Hêjî mînaka Kemal Pîr di bîra min de ye. Piştî nîv demjimêrî ez guhdar kirim, dest bi meşek şoreşgerî ya bêhempa kir û jixwe tê zanîn heta henaseya xwe ya dawî çawa meşiya. Pîvana bingehîn a hevalbendiya me eve. Ez bi israr vê destnîşan dikim. Ger hûn ne xwedî vê pîvanê bin, sempatîzantiya vê jî heye, kesên bi pîvanên sempatîzanî jî bi me re dijîn hene. Wan heman şêweyî pêşketinek raber kiribûn.”
“Kemal Pîr vale bi bîra we naxim. Wan kesayeta me sînordar nas dikir. Lê şoreşgeriya wan di mercên herî dijwar de bû û qet nebê ji bo nekevin rewşek bêşermiyê ew berxwedêriya mezin raber kirin.”
“Mazlum kêlî bi kêlî propagande bû, axaftvan bû. Kemal her kêlî qêrînek bû.”
Çima hertim Rêbertî mînakên wî dida? Hertim disa xist bîra me? Ji bo em jibîr nekîn, ji bo em hertim wan kesayêten berxweder û peşêng berçavê xwe derbas bikin. Ji bo em bi xebatên xwe, di seknda xwe, di avakirina kesayêta xwe xwedî wan derbikevin. Rêber APO jî wisa anî li ser ziman:
“Vê hîs bikin û di dil û mejiyê xwe de şerekê bimeşînin. Xwe bînin astek bên pejirandin. Kêliyekê zûtir xwe ji rewşên nayên pejirandin derbixin. Heta hûn mafê xwe ya jiyana pîroz, mafê xwe ya jiyana azad bidest bixin û heta bi serkeftina şer re ev pêk were, min ji xwe re bikar bînin. Bes hûn tenê dikarin vê ji bo bidestxistina derfêtên azadiyê bikin. Ev jî bi şervantiya serkeftî û di pîvanên partiyê de dibe. Ji bo bi artêşbûna wê ya her cure bîrdozî û rêxistinbûnê, dîsa her cure taktîk û heta stratejiyê ve girêdayî li gorî rastiyên wê jiyînê min bikar bînin. Hûn dikarin bê sînor sûd ji min werbigirin. Bes ev bi şêwazên şaş nabe. Bi şêwazên din xwarina pariyek nan jî herame. PKK eve. Rastiya Mazlûm‟an, Kemal‟an, Xeyrî‟yan, Zîlan‟an, Egîd‟an, herî dawî Fikrî‟yê leheng wisa ye. Emê çima van esas negirin? Êdî mirinên li milîtan neyên jî paşketî dibînim. Kerba min li hember gêrîlayê di xewê de winda dike heye. Gêrîlayek wisa bikeve gorê de jî, wê dilê min ti carî wî efû neke. Dilê min bi kesê xwe ber bi rehetiyê ve berdide, di destê dijmin de perîşan dike naêşe û heta wî efû nakim. Hûnê min wisa binasin. Dibe ku ez jî siberojê bimirim, lê belê wê ji bo min bê gotin heta dawî weke hewce dikir şer kir û wisa mir. Divê hûn jî di vê çarçovê de mirina xwe bipejirînin.
Tê zanîn em çiqasî dildarê mezin ê jiyanê ne û ji bo jiyana azad bê ravekirin me şerek çiqas mezin meşandiye. Jixwe diyare em hêjî weke ciwanek mêrxas çawa li ser jiyanê radiwestin. Ez tevî vî temenê xwe, ger hêjî rêzdarim, hûnê zêdetir rêzdar bin. Ev di bingeha mirovbûnê de nirxên herî bingehîne. Dîsa ev ji bo derfetên jiyana azad ên herî kêm jî, rastiyên yekane yên hûn hemêz bikin girîng û jênevegerin. Jixwe we canê xwe avêtiye naverastê, niha jî hûn davêjin şoreşê. Di şoreşê de can, jixweber nayê bikaranîn. Heta dawî berpirsyariya jiyanê, wijdan û rastî esas tên girtin û vî canî jî dikin canê rasteqîn û canê azad. Jiyan jî ancex bi canê azad dibe.”
Çavkanî: Pirtûkên Rêber APOyê ya ‘Rastiya Rêbertî û militanên APOyî’, pirtûke ‘Di sosyalîzme de îsrar di mirvobûyinê de îsrarê’ û ‘Di şoreşa demokratîk de serhildanên gel’