Ciwanên Fransayê di nava çalakiyê de ne!

Doh evarê ciwanên li Fransayê di bajarên Reims, Drancy û Marsîlya de di nav çalakîyê de bûn. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û hem jî li hember kiryarên qirêj ya Dewleta faşist a Tirk a li ser cenazeya şehîd Tolhildan Tekman, çalakiyan li darxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Doh evarê ciwanên li Fransayê di bajarên Reims, Drancy û Marsîlya de di nav çalakîyê de bûn. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û hem jî li hember kiryarên qirêj ya Dewleta faşist a Tirk a li ser cenazeya şehîd Tolhildan Tekman, çalakiyan li darxistin.

Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li Reims a girêdayê Fransayê dijî tecrîda ku li ser Rêber APO tê meşandin daxuyanî dan. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêber APO ku 30 mehe di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin neyê şikandin û azadiya wî ya fizîkî pêk neyê ew ê qadên xwe terk nekin.

Her wiha ciwanên Kur, ên ku 30 mehe li hemberî tecrîdê bêdengiya sazî û dewletên navneteweyî helwestê xwe anîn ziman û gotin “weke ciwanên Kurd em ê di bin ti şert û mercî de dev ji tekoşîna azadiya Rêberê xwe bernedin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Öcalan re Azadî” bi dawî bû.

Li banliyoyeya Drancyê ya Parîsê ku paytexta Fransayê ye tevgerên ciwanên Kurd miameleya xerab a ku dewleta Tirk li dijî cenazeyê gerîlayê bi navê Tolhildan Tekman kiribû, protesto kirin.

Roja Çarşemê ber bi êvarê ve Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN’ê meş organîze kirin. Di meşê de miameleya xerab a ku dewleta Tirk li dijî cenazeyê gerîlayan dike hate protestokirin.

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) di sala 2020’an de li Sêrtê di êrîşa hewayî de tevî 5 hevalên xwe şehîd bûbû. Malbatê heman salê ji bo teşxîsê nimûneya xwînê dabû û encam eşkere bûbû. Lê tevî vê yekê jî cenazeyê gerîla bi darê zorê li Goristana Bêkesan hatibû veşartin. Hestiyên gerîlayê bi navê Yilmaz Ûzûn 3 sal piştî şehadeta wî, di 1’ê Îlonê de di qutiyekê de radestî malbata wî hate kirin.

Ciwanên ku li ber şaredariya Drancyê kom bûn, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz girtin û piştre dest bi meşê kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Tolhildan soza me ye”  hate berzkirin.

Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev kom bûn û hovîtiya dewleta Tirk a li cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tolhildan Tekman şermezar kirin ku hestiyên wî di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî hatibûn kirin.

Ciwanan alên PKK’ê û du pankartên bi nivîsên “Şehîd Tolhildan Tekman namire, em ê hesab bipirse” ku bi zimanên Tirkî û Fransî nivîsî bûn, hildan. Ciwanan tim û tim dirûşmên “Şehîd namirin” û “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” qîriyan.

Ciwanan gotin, “Dewleta Tirk a faşîst ku her roj derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwe, ji bo tola xwe hilîne polîtîkayên şer ên li dijî exlaqê dimeşîne. Dijmin ji cenazeyên gerîla jî ditirse. Sûcê herî dawî yê dijmin ê li dijî mirovahiyê bêhurmetiya li cenazeyê Şehîd Tolhildan Tekman bû.”

Ciwanan diyar kirin ku wê hesab ji vê yekê bipirsin û ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin.

Nivîsa Pêş