BEHDÎNAN – Bersivên ciwanan ên bi pêngava “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ya “Cenga Azadiyê Serbixin” dewam dibin û ciwan tevlî nava refên azadiyê dibin. Weke ku tê zanîn 20 jinên ciwan bi tevlêbûna xwe di rojava 15’ê Tebaxê de pêngava mezin pîroz kiribûn. Di heman demê de banga tevlîbûnê li hemû ciwanên Kurdistanê hati bû kirin. Komeke din a ji 20 ciwanên şervan guh dabû vê bangê û tevlî nava refên gerîla bûbû.
Îro yekî nû li van koman hat zêdekirin. Komek ji 7 ciwanên Kurd û Ereb ên Rojavayî bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kirin ku tevlî nava refên gerîla bûne.
Ciwanan diyar kirin ku tevlîbûna wan di serî de ji bo Rêber APO ye û diyar kirin ku ew bi tevlîbûna nava refên azadiyê bersivê didin êrîşên li ser gelê Kurd û gerîla. Her wiha hate gotin, “Ji bo tolhildana lehengên ku ji bo xaka pîroz canê xwe feda kirine, her yek ji me wê navê wan rêhevalên hilgire, xwe jîr û zana bike û bibe dengê dilê şehîdên xwe.” Ciwan Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û avakirina pêşerojeke azad bang li hemû ciwanên Kurdistanê, ciwanên Ereb û Kurd kirin ku biçin refên gerîla bibin.
“Di serî de em berxwedana Rêbertî a dîrokî ku ev 25 salên di girava îmraliyê de li hemberê hemû zext, tecrît, îşkenceya fizîkî û derûnî ji sekna xwe ti tavîzan nade li hemberê komplogeran dide meşandin em silav dikin û heskirina xwe ji Rêbertî re didin raberkirin.
Her wiha bi girêdayê tecrîta heyî re li ser gel û Tevgera Azadiya Kurdisanê ji her demê bêhtêr êrîşên topyekûn yên îmha, qirkirin û asîmlasyon, plan û stratejiya çokdanîna li ser fikir û ramanên Rêber APO di meriyete de ye. Ji Bakurê Kurdistanê bigire heya Başûr, Mexmûr, Şengal, û Rojavayê Kurdistanê dijminê xwînxar û faşîst a Dewleta Tirk a dagirker bi hevkar û xeta îxanetkar a mala Barzanî re dixwazin bi temamî hebûn û destkeftiyên vê şoreşê ku ewqas salên bi ked û hewldanekî mezin, bi xwîna ewqas ewladên vê gelê keç û lawên herî hêja û bi nirx hatiye avakirin bi temamî ji holê rabikin.
Li beramberê vê yekê em wek komekî ciwan ji pêkhateyên Kurd û Ereb wek her mirovekî azadîxwaz dil û vîjdanê me rihet nîne li hemberê wan kiryarên derveyê mirovahiyê ku li ser gel û tevgera me tê kirin em ketin ser vê rêkê da ku em jî bikarin erk û wezîfeya xwe ya mirovahiyê pêk bînîn. Teqez bila dost jî û dijmin jî baş bizanibe ku her çiqas êrîşên xwe li ser gel û tevgera me zêde bikin jî bi taybetî jî ev 3 sale ku li Zap, Avaşîn û Metîna Şerekî ku di ti dîrokê de hempayê wîna nîne Gerîlayên Azadiyê li hemberê zehmetiyên şer yê heyî her kêliyê bi zanistî şer dikin, bi jiyan, sekn û çalakiyên xwe yên heyî ve dîrokekî nû û mîrateyekî nû ji bo me dihêlin.
Ji bo Tolhildana wan cangorî û qehremanên ku bê teredût canê xwe beqişandin xaka pîroz emê her yek ji me navê wan rêhevalan li xwe bikin xwe jîr û zana bikin bibin dengê dil û hênaseya şehîdên xwe. Em carekî din bang li hemû ciwanên ku Dilê wan ji bo azadî û mirovahiyê lêdide dibêjin ku werin emê bi hev dûra li hemberê hemû zilma sîstema baviksalarî a kapîtalîst modernîte bi rihê demê em şer bikin tolê ji dijmin, xayîn û nokerên welatê xwe bistînîn. Tecrîtê bişkînîn, Rêber APO azad bikin, di nava renginiya biratiya gelan de em bi hevre jiyan bikin, jiyanê bi reng û awazên xwe xweşik û bi wate bikin.”
BİJÎ BİJÎ SEROK APO
BÊ SEROK JIYAN NABE
DEM DEMA AZADİYA FİZÎKÎ YA RÊBER APO YE!
DEM DEMA TOLHİLDANÊ YE!
CENGA AZADIYÊ SERBIXIN
JIN JIYAN AZADÎ SERBIXE AZADÎ
BIJÎ PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ