NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Jinên Ciwanên Welatparêz a ku ji bo Jinên Ciwan ên Bakur du mehan carekê tê weşandin, hejmara Îlon û Cotmehê derket
Hejmarên Îlon û Cotmehê yên Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ku her du mehan carekê tê li derxistin bi şîara “KOMPLOYA 9’ê Cotmehê Bi Berîtanî Binbikeve, Serkeftin Bi Rêbertî re teqes bibe” bi hejmara xwe ya nû bi we re ye.
Perspektîfa Rêbertiî ya bi sernavê “Dîroka jiyîn di warê demkî û mekan de girtîgeheke kûr temsîl dike” de berxwedana Rêbertiyê ya li Îmraliyê de hatiye dest girtin,” Di perspektîfa jina ciwan a bi navê “Sedsala 21. Sedsala Şoreşa Jinê ye” de qonax û têkoşîna Jina Azad a di sedsala 21. de hatiye dest girtin.
Di beşa dosyayê ya kovarê de xeta Azadiya Jinê ya ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye afirandin bi nivîsa bi sernavê “Komploya Bersîva jina azad ya bi partibûyinê ” ku ji aliyê Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzînca ve hatiye nivîsandin. Di dosyayeke din de jî bi nivîsa bi sernavê “Fermandara Şerker û Azad” re Li ser jiyan û têkoşîna Ş. Bêrîtan Hêvî hatiye behs kirin.
Di beşa portreyê ya kovarê de jiyana Şehîd Nazelîn a ku di 14’ê Sibata 2018’an de li Îzmîrê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bedena xwe da ber agir, hate dest girtin.
Herî dawî di beşa mîzahî ya “Halqin Qızı Kejê” de nirxandinên heyî û rexneyên mîzahî yên Kejê bi gotara “EY Xalqım Edê Ayaxa Kalkın” cih digire.
Di vê hejmara kovarê de gelek mijar û sernavên ku wê bala jinên ciwan bikişîne cih girtiye.
Hûn dikarin Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ku her du mehan carekê bi şîara “Her derê ku jin tê de ye çavkaniya jiyanê ye” tê weşandin, li van navnîşanan bi dest bixin.
Telegram: t.me/yurtsevergenckadin
Malpera Jinên Ciwan: https://www.jinenciwan8.xyz
Ji bo mezinkirina têkoşîna jinên ciwan divê hûn bi ruhê jinên ciwan Kovara Jinên Ciwan bixwînin.
Ciwan Bimînin, Ciwan Bijîn!