AFRIN – Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li seranserî herêmên me bênavber didomin û bi van êrişan gelê me dikin hedef. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê bi her cure rêbazên şerê taybet ve demografyaya heremê diguherîne. Li hember van êrişên dijminê dagirker ji aliyê hêzên me ve di dîrokên cuda de çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
- Di roja 9’ê Tebaxê de, li herêma Ma’rê çalakiyekî taybet li dijî seyareyek çeteyên dagirker hat li darxistin, di encama vê çalakiyê de ev seyare hat ruxandin.
- Di roja 12’ê Tebaxê de, li xeta gundê Meryemînê ya navçeya Şera çalakiyek sekvanî hat li darxistin, di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 14’ê Tebaxê de li herêma Babê çalakiyek taybet li dijî seyareyek çeteyên dagirker hat li darxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birindar bûn. Herwiha seyare hat ruxandin.
- Di roja 16’ê Tebaxê de, li xeta navçeya Şêrewa çalakiyek sekvanî hat li darxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Di heman rojê de li xeta navçeya Şêrewa çalakiyek din a taybet hat li darxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birindar bû.
- Di roja 25’ê Tebaxê de, li xeta navçeya Şera çalakiyek taybet hat li darxistin, di encama çalakiyê de çeteyek dagirker hat kuştin û maşineyek kar hat ruxandin.
- Di roja 2’ê Îlonê de, li xeta navçeya Şera çalakiyek sekvanî hat li darxistin, di encam de çeteyek hat kuştin.
- Di roja 5’ê Îlonê de, li gundê Kibêşînê ya navçeya Şêrewa çalakiyek sekvanî hat li darxistin, di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.
Di encama rêzeçalakiyên me de bi giştî 11 çeteyên dagirker hatin kuştin, 4 çete jî birindar bûn. Herwiha 2 seyare û maşineyek kar jî hatin ruxandin.