BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- Di 8’ê Îlonê de saet di 08:15, 09:00, 10:30, 10:50, 13:50, 17:50, 18:10 û 23:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 8 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 8’ê Îlonê saet di 10:00 û 10:15’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.
- 9’ê Îlonê saet di 03:00, 10:35, 12:00 û 17:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 4 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 9’ê Îlonê saet di 14:35’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 10’ê Îlonê saet di 02:30 û 03:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hat xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Li herêma Metînayê;
- 10’ê Îlonê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li dijî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate lidarxistin.
Li herêma Xakurkê;
- 9’ê Îlonê saet di 07:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 7, 8 û 9’ê Îlonê derdora Ava Zê carekê, qadên Gundê Şêlazê, Gundê Dergelê yê Metînayê 4 caran, derdora Ava Lolanê ya Xakurkê carekê bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 8’ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”