LONDRA – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Îngilistanê bi dirûşmeya ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ li Navenda Civaka Kurd a Londonê pîrozbahiyek lidar xist. Merasîm ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftina ku ji aliyê TCŞ’ê ve hat kirin de, hat gotin ku li Kurdistanê polîtîkayên faşîzma dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd didomin, lê li hemberî vê yekê berxwedaneke dîrokî ya gerîla tê raberkirin.
Di axaftinê de wiha hat gotin: “Li dijî vê hovîtiyê geşkirina têkoşîna civakî, wezîfe û berpirsyariyek dîrokî, mirovî û neteweyî ye.”
TCŞ’ê bi bîr xist ku nêzî 3 sal in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û destnîşan kir ku gelê Kurd û ciwan heta ku agahiyê ji Abdullah Ocalan digirin, wê di nava çalakiyan de bin.
Salona ku pîrozbahî lê hat kirin, bi posterên Rêber APO û alên YPG, YPJ û TCŞ’ê hate xemilandin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Jin jiyan azadî” û “Gerîla” hatin berzkirin. Hunermend Zeynel Ala, Sûna Alan û Merwan Şan derketin ser dikê. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.