ŞENGAL – 20 ciwanên ji pêkhateya Ereb a Şengalê dewreya perwerde ya birdozîk bi şahiyekê bidawîkirin. Di şahiyê de hate diyakirin ku ciwanên me ji bo karibin bibin malê civakê pêwiste xwe li ser fikrê Rêber APO rêxstin bikin. Li Gundê Medîbanê a herêma Ereba a Şengalê 20 ciwanên ji pêkhateya Ereb Dewreya Perwerdeya a Şehîd Şoreş Serhildan a Akademiya Şehîd Delîl Botan ku 15 rojan berdewamkir bi şahiyekê bi dawî kirin.
Di dewreya perwerde a ku 15 rojan berdewamkir ji bo naskirina fikir û felsefeya Rêber APO li ser Neteweya Demokrat ders hatin dayîn.
Dewreya Perwerde bi şahiyekî û tevlûbûna gelên herêmê bi dawî bû. Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatine kirin û bal hate kişandin li ser fikir û felsefeya Rêber APO a li ser biratiya gelan.
Di serîde ji rêveberiya meclisa herêma Ereb a Ebû Seqer axivî û da diyakirin ku di hemû civaka de ciwan pêşengin ji bo gelê xwe, lê ciwanên me ji vê yekê hatine dûrxstin. Niha em dewereyên perwerdeyê vedikin ji bo em bi karibin van ciwanan vegerînîn ji bo civakê. Ji bo ciwanên me bibin malê civakê pêwîste li ser fikrê Rêber APO bên rêxistinkirin.
Her wiha di şahiyê de komên stran û şanoya derketin ser sehnê û berhemên xwe pêşkêşkirin.
Şahî bi gêrandina govendê bi dawî bû.