NAVENDA NÛÇEYAN – Salvagera darbeya 12’ê Îlonê ku taybet gelê tirkiyê û Bakurê Kurdistan jiyan kiriyê îro ye. Di sala 1980 darbeya faşîst ya dewleta tirk a dagirker bi reveberiya Kenan Evren ve hatiyê pêk anîn. Di vê darbeyê de bi hêzaran insan hatin qetîlkirin, binçavkirin û revandin. Ev darbeya leşkerî bi taybet li hemberê kadro û sempatîzanên PKK û çepgerên Tirk ên ku hedî hedî di Tirkiyê de mezin û bihêz dibûn hatiyê pêkanin.
Rêber APO digot:
“Em dibêjin rejîma leşkerî, lê polîtîkvanên herî sereke di meriyetê de ne. Ya rast rejîmek polîtîke. Di nav ti rêjîmê de aliyê polîtîk û leşkerî ewqas têkilî hev ne bûye. Ji vê jî wêdetir ji aliyê aborî, çandî û hemû bandorgerî ewqas bi rejîmê re têkilî hev nedane jiyankirin. Li Tirkiyê çêkerek ji aliyê artêşê ve teşe girtî derketiye holê. Şerê taybet ji serî heta nenûkê rêbazekî di karekterê faşîst de sepandiye, plansazî û rêxistina eniya xwe kiriye. Heta dawî gelê Tirk ji vê re razandine. Di nav civaka Kurdistanê de jî beşê herî girîng ji vê re xwe razandiye. 12’ê Îlonê, şerê dij-şoreşê ku muxalefet ava kiriye, heta nav me bi xwe jî bi rêyên cuda bandora xwe teysandiye, li beramberî gel xwe ragihandiye.”
Gelo rejîmek din a ku ewqas derewa bike, texlîd bike heye?
Yek çekê ya rejîma dagirkera faşist ya Tirkiyê şerê taybet ê. Ev çek di wê darbeye de hatiyê pêşxistin û heya îro kûr û firêh tê meşandin. Yek beşek ji wan propaganda yê ser derew û demagoji ye.
Di gotina Kenan Evren jî ev diyar dibe. Ew digot:
“Xayînên ku dixwazin nîzama demokratîk û yekitiya welat xera bikin, dê cezayê xwe yê heqkirî bibînin. Mîna wan kesên ku di dîroka me de berê cesaret kirin serê xwe bilind bikin, ew ê di bin kulma qirker a Hêzên Çekdar ên Tirk de biperçiqin û di gunehên xwîna birayan de bifetisin. Miletê tirk ê tebaxê di bin ewlehiya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji zikê xwe derketiye de wê gelek cejnên din jî bi coş û şahî heta hetayê pîroz bike.”
Wan gotina faşîst a Dewleta Tirk a dagirker û demagojiya wê bi awayeke zelal diyar dike. Rêber APO di nirxandina xwe li ser darbeya 12’ê Îlonê bi wî awayî dibêje:
„Gelo rejîmek din a ku ewqas derewa bike, texlîd bike heye? Dikuje, nabêje min kuştiye. Dibêje kujernediyar. Şer dimeşîne, nabêje şer dimeşînim. Durûtiya mezin, derewkeriya mezin wisa bi her kesî dane pejirandin. Her kes derewkerê mezine, her kes muxalîfê mezine, her kes ketiye, her kes bêzare, lê dikene. Çawa ewqas nakokî jiyan kir? Herhal di dema pêş de modelekî herî zêde wê zanista civakî li ser raweste ye. 12’ê Îlonê yan jî hemû KT’yê rastiyek wisa afirandiye, sosrete. Ev heta dawî rewşek berfirehe. Fêrbûn afirandiye, ruhek afirandiye, hema bêje şêwazê jiyanek afyonxwarî afirandiye. Dev ji fêrbûna afyonekê çiqas zahmete, ji modela dawî ya vê komarê jî rizgarbûn ewqas zahmete.“
Şerê em dimeşinin şerekî bi îda ye!
Rêber APO di dahurandina xwe de taybet li ser mijarê xapandin disekine, ji ber bi darbeya 12’ê Îlonê aliyê şerê taybet de gelek rêbaz hatin pêşxistin. Rêber APO dibejê:
“Bêguman ji aliyê jiyana civakî ve bêhejmar fêrkariyên vê hene. Ger mirov fêrî van nebe wê bibe qezazade, camêrê nîvbinîv. Ya herî xirab jî hatina xapandin, bûyîna kesayetê hatiye xapandin, lê belê wer dizane dijî mijara gotinê ye. Jixwe îmtiyaza vê rejîmê jî ev e. Darbeya kujer lê daye dibêje; “Tu dijî.” Tu koleyî dibêje; “Azadî.” Binketiye dibêje; “Bigevize tu dikarî hinekî din bijî.” Ev dem, dema xapandina mezin, jirêderketina mezin, xistina mezin û ketîbûna mezin a civakî ye. Pergala herî kirêt a dîrokê, ya herî zêde di dîrokê de bi mirovahiyê dilîze, heta rejîmek bi qasî Hîtler bibîr neyîne bi nirxan dilîze. Ev pergal di dahûrîna PKK’ê de pir alî hat bi dest girtin. Li vir ya girîng li hemberî vê rejîmê ji aliyê me ve meşandina şerekî bi îda ye.“
Rejîma faşîst a dagirker gelek qirejahiyên mezin di nava civak de pêşxisti bû û heya îro bi wan kiryarên xwe berdawam dike. Rêber APO diyar kir ku:
“Xirabûnên civakî dîsa di asta ti civaka de nayê jiyîn de ye. Hema bêje mirov di vê nêvengê de kirine meymûn. Ango em bêjin civakek ji meymûnbûnê re guncaw dê zêde mubalexe nebe. Faşîzm bi gelemperî dike meymûn, lê ya tê dîtin ew e ku vê rejîmê bilawir kirin gihandiye asta meymûntiyê. Yên di naverastê de dilîzin meymûnin. Texlîdkirinek metirsîdare. Hûn di meymûnê de nîşaneyek cidî ya mirovbûnê nabînin, meymûn ji texlîdkirinê re pir vekirî ne. Mirovahî li Tirkiyê xistine vê rewşê.”
Di derbarê wan kiryarên qirêj û kujêr kes nikare bejê temam heya niha 43 sal derbas bûnê edî wateya wê nemayê. Ji ber rejîma faşîst a dagirker ku di darbeya 12’ê Îlonê xwe bihêz û serdest kir, heya îro bi kiryaryên xwe didomine. Ji ber heya îro li hember ciwanên û jinen Kurd, li hember gerîlayên Tevgera Azadî û PKK şerekî derveyî exlaqê dimeşîne. Ji ber heta îro ev şer, ev planên qetliama li ser Kurd hin kurtir û firehtir dibe.
Darbeya 12’ê Îlonê darbeya NATO’yê bû!
Pewiste baş were nirxandin û dersa wê bê derxistin. Endamê Komiteya Navendî a PKK Duran Kalkan, derbarê NATO û 12’ê Îlone de nêrînên xwe parve kir û rewşê ku îro diqewime wisa diyar kir:
„Bêguman derbeya 12’ê Îlonê derbeya NATO’yê bû. Tevahî derbeyên li Tirkiyê derbeyên NATO’yê bûn. Li pişt wê NATO hebû. Di vê demê de Komara Tirk ji vê pêngavê re digot “Talanker, bermahiyên şer”. Digotin em ê di 24 demjimêran de tune bikin. Dema dîtin ku nikarin pêşketinê rawestînin, neçar man di dawiya 1984’an de vê rewşê bibin NATO’yê.“
Piştî Dewleta Tirk a faşist, dagirker ketiyê NATO’yê hertim bi piştgiriya wê şer li hember Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê azadîxwast dimeşine. Dewleta Tirk a dagirker bê NATO nikarê ser lingan bisekine. Heya îro siyaseta Tirkiyê bi NATO’yê diyar dibe. Duran Kalkan derbarê vê jî wisa dibêje:
„Piştgirî ji NATO’yê xwest û kete tevgerê. Ji wê rojê heta niha NATO bi me re şer dike. Meha derbasbûyî di vê mijarê de biryarek nû girtin. Ji bo şerê li dijî PKK’ê di bin sîwana NATO’yê de fermandariyek hevpar ava kirin.
NATO hinek din mezin û berfireh bûye. Ev di nava NATO’yê de avabûnek nû ye. Bêguman divê girîngî bê dayîn. Lê ev ne rewşek nû ye. Jixwe ji sala 1985’an ve NATO şer rê ve dibe. Li pişt wê NATO heye.“
Êrişên li ser gel, ji pevajoya 12’ê Îlonê derbas kiriye!
NATO ne tenê ji aliyê siyasî piştgirî dide Dewleta Tirk a faşist re. Bi pere, bi çekên kîmyewî û çekên teqtik nûkler jî alikariya Tirkiyê dike ku li hember gerîlayên serdema nû nikare berxwe bide.
Duran Kalan dibêje:
„Li hemberî çekên kîmyewî û çekên teqtîkî yên nûklerî, li hemberî asta herî bilind a xiyaneta PDK’ê, têkoşînek berdêla 39 salan hat dayîn. Pergala gerdûnî, di rastiyê de, bi koordînatoriya Komara Tirk DAIŞ, Hizbulkontra, PDK’ê weke qatil derdixe pêş û dixwaze gerîlla tune bike û PKK’ê tesfiye bike.
Ji ber wê jî, tekoşîna sala 39’emîn, têkoşîneke ku ji ya her demê mezintir re. Di encamê de em çawa derbasî sala 40’emîn dibin?“
Di Tebaxê de em ketin sala 40’emîn ya pengava 15’ê Tebaxe û her ku diçe şer jî kurtir û girantir dibe. Dewleta Tirk a dagirker bi alikariya NATO û DYE her tiştî xistî dewre, wek endamê navenda PKK’yê Duran Kalan wisa anî li ser ziman:
„Di çarçoveya endamtiya Îsveçê ya ji bo NATO’yê, ji DYE û NATO’yê li hemberî PKK’ê piştgiriyek tam digire. Xiyanetê bikar tîne, Hizbûl Kontrayê dixe dewrê û êrişek giştî dide meşandin. Divê em vê bibînin.“
Di dewamiya nirxandina xwe de Duran Kalkan got:
“Me îfade kir, ne tenê bi leşkerî, bi awayê siyasî û dîplomasî jî dide meşandin. Dê here Bexdayê, ava Kurdistanê ji bo qetilkirina Kurdan bike mijara bazarê. Hertiştê dixe bazarê. Nirxên Kurdan jî ji bo tunekirina Kurdan dixe bazarê. Êrişek wiha ya çavtarîbûyî dimeşîne. Êrişên li ser gel, ji pevajoya 12’ê Îlonê derbas kiriye.
Zext û komkujiya di girtîgehan de li holê ye. Li kolanan xebatên sîxwiriyê, şerê taybet ê li dijî jin û ciwanan di asta herî jor de ye.“