KERKÛK – Ciwanê Kerkûkî Hîwa Mehmûd, bûyerên dawî yên li Kerkûkê, polîtîkayên PDK’ê yên li ser Kerkûkê û hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst û dagirker re nirxand, bang li ciwanên Kerkûkê kir ku nekevin hîleyên siyaseta PDK’ê.
Mehmûd bal kişand ser wê yekê ku bajarê Kerkûkê bajarekî ku bawerî û neteweyên cuda lê dijîn e û got, “Eger em li Kerkûk binêrin Kerkûk bajareke ku gelek netew û bawerî lê hene, di vê mijarê de Rojavayê Kurdistan ji bo me nimûneyekî pêkewe jiyanê ye. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Abdulah Ocelan e. Em jî dikarin ew sîstema li Rojava ji bo xwe wek nimûneyekî bibînin.”
Nirxandinên Hîwa Mehmûd wiha ne:
“Bi rastî niha pêvajo pir zêde aloze. Bajarê Kerkûkê ketiye destê siyaseta nerasteqîne de. Ew xwepêşandanê ku demên dawî hatin kirin, destê PDK li nav de hebû. PDK dixwaze nav û dengê xwe li kerkûkê belav bike. Xelk jî dibe qurbanê vê siyaseta qirêj ya PDK.
Em wekî ciwanan li gel gelê xwe ne. Ne li gel qet partiyekî ne. Ez bang li tevahî ciwanan dikim ku nekevin bin bandoriya tu partiyekî û aramiya herêmê jî têk nedin. Bi taybetî bila ciwanên bajarê Kerkûkê nekevin bin bandora malbata Barzanî û Tirkiye yê. Ji ber ku tişta ku PDK dike tenê ciwanên Kurd bi kuştin dayîne. Bi taybetî PDK ji bo ku di hilbijartinê de deng li Kerkûkê qezenc bike ewqas tevlîheviyan derdixe. Heya niha me çend şehîd daye qet kesek pirsa wî nekiriye.
Eger em li Kerkûk binêrin Kerkûk bajareke ku gelek netew û bawerî lê hene, di vê mijarê de Rojavayê Kurdistan ji bo me nimûneyekî pêkewe jiyanê ye. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Abdulah Ocelan e. Em jî dikarin ew sîstema li Rojava ji bo xwe wek nimûneyekî bibînin.”