NAVENDA NUÇEYAN – Ev 50 sal in Tevgera Azadî ya Kurdistanê ji bo azadiya gel şer dike û bi pêş de diçe. Ev rêwîtî bi îdeolojî û ramanên Rêber APO ve bi pêşengtiya wê û rola wê ya di civakê de dest pê kir. Tehlîl û ramanên Rêber APO ne tenê gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bandor kir, li gelên bindest ên cîhanê jî bandor kir. Rêber APO rêberê gelên bindest e. Û alternatîfa wî ya Konfedarilizma Demokratîk hêviya cîhanek cûda, bi civakek azad û demokratîk e.
Li ser esasê vê rastiyê pirtûk û berhemên Rêber APO ji aliyê bi milyonan mirovên li çar aliyê cîhanê ve bi zimanên cûda cûda tên wergerkirin, tên xwendin û lêkolînkirin. Bi taybetî jî Ciwanên welatparêz hewl didin paradîgmaya Rêbertî bixweynin û her tim di fikir û felsefeya Rêber APO de xwe kûr bikin.
Bi vê armancê komek ciwan bi rêya sanal medya xwe bi rêxistin kirin û pirtûk û berhemên Rêbertî bi zimanê Kurdî û Tirkî kom dikin û belav dikin. Her wiha dîmenên xwendina pirtûkên wekî “Parestina Gelekî” û “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” parve dikin.
Ajansa me koma “Arşîva Konfederalîzma Demokratîk” re li ser armanc û hefa karê ku dane destpêkirin hevpeyvin kir, her wisa ciwanek di nav kome got:
“Di serî de me kom vekir, koma Konfederalîzma Demokratîk bi armanca ku em ciwanan li derdora xwe de kom bikin û li ser fikrê Rêber APO û pêvajoya heyî niqaşan bikin ku bikarbin ciwanan di milê fikrî de pêş bixin ku bikevin di nav kar û xebatan. Despêkê me bi hejmarek çend kesî destpê kir pişt re me biryar girt em komê firehtir bikin. Hemû niqaş û perwerde di çerçoveya rêxistinkirinê pêşde çu. Piştre ji bo ku berhem û pirtûk destê hevalê komê da hebin me kanalek pirtûkê Rêbertî û ya hevalan vekir. Ji bo ku em tê de materyelan parvebikin.
Vê carê me dit xebatek girêdayî pirtûka zêde tineye. Li ser vê esasê li ser medyayê sanal me got em parvebikin ku bila herkes tevlê bibe û bi rehetî bikarbein xwe bigihinin pirtukê Rêber APO û bikarbin bixwenin. Ji bo baş were fêm kirin em car carna bi deng jî weşana dikin. Ji bo ku di hemî beşên Kurdistanê heval di komê de hene me hewl da em pirtûka bi zimanê Tirkî û 3 zaravayên Kurdî parve bikin.
Bi rastî jî dermanê derdê hemû mrovahîyê pirtûkên Rêber APO ne. Ger mirov nikaribe xwe kur bike tekoşina mrov jî wê dem kurtî be, yan jî ji şoreşgertiya mirov li gor xwe be. Ew jî zêde netice nade. Ji bo wî jî perverde ji bo me giringe û xebatek bi vê şeklê diji dagirkeriyê hêz dide me. Esas armanca me bawerî û zanebun çêkirine. Û fikir û felsefeya Rêbertî di serî de di nav ciwana de û di giştî Kurdîstanê de belavkirin e”