REQA- Şêniyên Reqa, endamên sazî, rêxistinên jin, ciwan û sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran li pêş avhiya meclisa giştî ya bajêr kom bûn û alên QSD′ê û wêneyên şehîdên Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hildan.
Meş ji pêş avahiyê ber bi Çerxerêya Neîm ve dest pê kir. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semîre El Ebid axivî û wiha got: “Ji bo soz û wefadariya bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) em îro bi serbilindî li vir in. Van hêzan ji tevahî cîhanê re lehengiya xwe li dijî rêxistina herî teror li cîhanê îsbat kir.”
Semîre wiha domand: “Ew hêzên aştiya cîhanê ne, hêzên mirovî ne. Van hêzan mîraseke mezin ji şehîdên bi fedakariyên xwe destanên rizgarî û paqijkirina cîhanê ji qirêjiya terorê pêşkêş kirin. Hîna jî di rêya rizgarî, avakirinê de dewam dikin û şehîdan di wê oxirê de didin.”
Semîre wiha dawî li gotina xwe anî: “Komployên li dijî hêzên me, israr û berxwedana wan li ser pêkanîna nirx û rêgezên xwe zêde dike. Fitneya li Dêrazorê ya bi destên dijmin pêk hatiye bi armanca têkbirina xeta têkoşînê ya QSD′ê bû. Lê em bawer in ku her fitne û komployeke pêk were, dê bi saya mertala neteweyî têk biçin.”
Dûre şêxê eşîra El Sebxe, Tirkî El Sewan axivî û wiha got: “Bi navê min û navê şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê em QSD′ê ku li hember hemû xeterî û îxanetên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mertalên xurt in, silav dikin.”
El Sewan soz da ku ew ê hêzên xwe re bin û wiha pê de çû: “Kesên hewl didin fitneyan derxin û xerabiyê bixin nava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihînin armancên xwe. Ji ber ku em hemû bi QSD′ê re projeyên şehadetê ne.”
Meş bi diruşmên ′Bi can bi xwîn em bi te re ne QSD′ê′ bi dawî bû