ŞENGAL – Endama YPJ’ê Şehîd Vejîn Jiyan a di 7’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da bû, di navbera salên 2018-2021’an de li Şengalê kar kir, gelek ciwan bi rêxistin kir û perwerde kir. Ji bo gelê Şengalê li ber xwe da û bû yek ji hevalên ku di dilê wan de cih girt. Li ser vê bingehê Dayîka Naem a berdevka TAJE (Tevgera Azad ya Jinên Êzîdî) ji ajansa Nûce Ciwan re behsa têkoşîn, xebat û taybetmendiyên Şehîd Vejîn Jiyan ên di dema li Şengalê de bû, kir.
Destpekî ez spasiya we dikim ku vê derfetê da me em behsa têkoşîna heval Vejin bikin. Di serî de di şexsê Şehît Vejîn de hemû şehîdên şoreşê bibirtînim û bejna xwe li hemberê wan ditewinîm. Sersaxiya malbatê wan, gelê Kurd û miletê Êzîdi re dixwazim. Heval Vejîn hevalekî pir hêja bû. Hevaltiya wî bi hevalê xwe re pir xweş bû. Malê ku diçû wekî keça malê bû. Her malê ku diçû wek malê xwe mêzedikir. Malê ku diçû jî heval Vejîn wek keça malê dixesibandin.
Şehadeta heval Vejîn ji bo me hemûya giran bû. Heval Vejîn kedekî mezin di Şengalê de da. Zexmetiyekî di Şenagê de da. Ciwana re ciwan bû, şervana re şervan bû. Bi meclîsê re kar dida meşandin. Diçû li ku derê kar dida meşandin. Heval Vejîn gelek zexmetî dît heta ku ciwanên Şengalê kom kirin, anîn gel hevdû. 2020’an de dema ku bi ittifa KDP û Dewleta Tirk ve hezên leşkerî li ser me de hatin; di wan rojan de heval Vejîn her kêleka me bû. Şev û rojê xwe kirin yek. Heta ku karine milête li ser linga bixeylin. Heta karine ciwana rakin li ser lingan, ciwanan perwerde bikin. Ciwana tevlî kar û xebat bikin, ciwana ferê gelek tiştan bikin.
Hevala Vejîn hevalekî gelekî hêja bû. Em wek malbat û dayîk em pir ber wî ketin. Em pir pê êşiyan. Em şehîdên xwe gelekî dêşin lê em bi wan ser bilindin jî. Ger ne şehîdên me bûna em nedigihiştin vê rojê. Û me nikaribû van rojên xwe di derekî de bîrbînin, şehîdên xwe bîrbînin. Rojên fermanên xwe bîrbînin. Niha gel me heta 20’ê mehê ferman, komkujî, şehîd hene. Heval Vejîn jî bi hevalên xwe re şehîd ket ba me ev jî wek fermanek bû wek komkujiyek bû. 4, 5 kes di erebeyek de şehîd bikevin. Ev li me gelekî giran hat. Şehadeta heval Vejîn em gelekî pê êşiyan.
Bîranîn me bi heval Vejin re gelek bûn. Em bi hevdû re diçûn çalakiyan, bi hevdû re diçûn civînan, me bi hevdû re diçûn hafleyan. 8’ê Adarê, Newrozê, Çarşama Nîsanê em bi hevdû re diçûn hemû ciyan. Me rojekî hevdû nedîta roja ditir dema ku me hevdû dîdit wek salekî sankî me hevdû neditiye me hevdû hembêz dikir.
Şehîd ji bo me gelek bi manedar in.
Ne xwiyna wan şehîdên HPG bûna me nedihat wan rojan. Heta dinyayê em deyndarê HPG ne. Em deyndarê wan gerilayên ku çiyayên azad xwe berdan, tu sinur nasnekirin. Hatin hawara miletê Êzîdî ve, milet perwerde kirin. Heta dinyayê em qanca wan ji bir nakin û em wan şehîdan jî ji bir nakin. Yên wekî Egîd Ciwyan, yên wekî hevalê Dilşêr. Hatin vêderê komitanî kirin, miletê Êzîdî jî perwerde kirin. YBŞ li ser destên wan de hate avakirin. Rastê kiz û xortên Êzîdî bûn lê li ser destê wan hate avakirin. Wan perwerde kirin, wan komitanî kirin heta hatin avakirin. Em wan şehîdan jî bîrtinin û em li ser saxî malbatên wan re dixwazin û gelên Kurd re.
Em serkeftinê ji gelê Kurd re dixwazin. Gelê Êzîdî re. Û ji vê de rê malbata wî li ku derê be em slavê xwe ji wan re dişeynîn û em sersaxiyê ji wan û malbata wan re dixwazin
Miletê Êzîdî û hemû gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Ji vir heta serê çiya em slavê xwe ji gerîla re dişeynin. Slavê xwe wek miletê Êzîdî, wek Tevgera Jinên Êzîdî ji vir heta Îmraliyê em slavê xwe ji Serokatî û giştî girtiyên di hepsê re dişeynin, û em dibêjin:
Bê Serok jiyan nabe.
Şehîd Namirin!
Şehîd Namirin!