NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Rojhilatê û Bakûr Sûriyê di bin dirûşmeya ‘Cenga Azadî Serbixin’ xwe li her derî rexistin dikin û ji bo rakirina rol û misyona demê xwe amade dikin. Ser wî esasî endamên Ciwanên Şoreşger Rojhilat û Bakûrê Sûriyeyê perwedeyê ku li ser ‘Şere gelê Şoreşgerî’ tê dayîn, bi endamên perwerdê re li ser mijarê perwerde hevpeyvîn kir.
Hogîr Çiya: Em perwerde dibînin ji bo ku em kesayeta xwe û îdeolojiya xwe pêş bixinin
“Navê min Hogir Çiya ye. Ez ji bajarê Hesekê m. Ez weke endamekî Tevgera Ciwanên Şoreşger hatim vê perwerdeyê da ku kesayeta xwe û îdeolojiya xwe pêş bixim. Min gelek semîner birin ,yê herî zêde jî ez pê bandor bûm perwerdeya li ser jinê û bi taybet li zayendperestî bû. Ango me tûndî pir li jinê dikir û me ew weke kole ji xwe re didît. Me dikir ku jin nikare tu tiştî bi xwe bike û tu karî bi xwe bike. Lê piştî ku min ev perwerde bir, min naskir ku jin dikare bi xwe yê xwe be. Jin dikare bi xwe kar bike, jin dikare çekê rake.
Em rêya ku Rêber APO ji me re ava kiriyê dewam bikin
Min di vê perwerdeyê de teqez kir ku hêza jin û zilaman yek e. Dikarin heman karî bi hev re bikin, di heman xetan de bi hev re bin, her wiha di vê perwerdeyê de min rêhevaltî û rihê civakbûyînê nas kir. Min nas kir ku çawa bi hevalê xwe hîs bikim, da ku em bikaribin xwe pêş bixin û li ser rêya azadiyê bimeşin. Rêya azadiyê bê rêhevaltî, bê rihê tekoşîn û rihê civakî nabe. Min nas kir ku çawa bibim şoreşger û di rêya azadiyê de bimeşim. Lê hînî em negihîştine azadiyê. Bi pêşxistina îdeolojiya me bi felsefeya ku Rêber APO ji me re daniye û emê jî rêya ku rêber APO jî me re ava kiriye dewam bikin.
Em bersiva êrişên dijmin bidin ji bo em bikaribin di welatekî azad bijîn
Ez jî weke endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye piştî ez ji vê perwerdê derkevim, ezê gelê xwe rêxistin bikim û wan bidim îqnakirin ku divê em li kêleka hêzên xwe bin û bersiva êrîşên dijmin bidin. Divê em li kêleka hêzên xwe yên parastinê bin da ku em li ser rêya azadiyê ya ku Rêber APO ji me re nîşan daye bimeşin û divê hemû gel bi hevre li ser rêya azadiyê be.
Piştî ku ez jî vê perwerdê derkevim ez ê gelê xwe û herêma xwe û ger ji destê min derket herêmên din jî rêxistin bikim. Ezê li ser vê yekê bixebitim ku em bi hevre li hember êrîşên Dewleta Tirk a dagirker bisekinin da ku em bikaribin di welatekî azad û aşîtiyane de bijîn.
Di dawiyê de dibêjim Bê Serok Jiyan Nabe.”
Fatma Serêkaniye: Em ji şerekî muhtemel a dagirkeriyê re amade bin
“Navê min Fatma Serêkaniye ye. Ez hatime vê perwerdeyê ji bo ku îdeolojiya Şerê Gelê Şoreşgerî nas bikin û ji bo hemû hevalên xort û hevalên jin hêvî dikim ku werin xwe perwerde bikin. Weke çawa min xwe perwerde kir xwe nas kir û îdeolojiya rêber APO belav bikin û ji bo em ji şerekî muhtemel a dagirkeriyê re amade bin.
Me di perwerdeyê de semînerên gelekî bi sûd girtin. Ji beriya perwerdeyê min nedikarî wisa ji xwebawer biaxivim. Lê piştî ku min perwerde dît li gel min îrade û hêza derbirînê û îdeolojîk çêbû ku ez bikaribim fikirên xwe îfade bikim û weke jin êdî ez ketim wê zanebûnê de ku ez dikarim têkoşîn bikim, şer bikim, çekê rakim û dikarim li her cihî bim.”
Ehmed: Ez herî zede di perwerdeyê de zayendperestî bandor bûm
“Navê min Ehmed e. Ez ji Dêrazorê me. Ez cara yekemîn têm akademiyê û min tevgera azadiyê nas kir. Ez hinekî tirsiyabûm lê piştî ku ez hatim akademiyê ev tirs di min de hat şikandin. Min pir sînor di xwe de şikandin. Îdeolojiya min ya niha ne weke ya berê ye. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger armanca me ye ku em îdeolojiya Rêber APO bi gel bidin nasîn.
Semînera herî zêde pê bandor bûm di vê perwerdeyê de zayendperestî bû. Ji ber beriya perwerdeyê bibînim nêzîkatiyên min ji jinên ciwan re şaş bûn. Lê niha gelekî min ev nêzîkatî ji xwe dûrixistine.”