AMED – Yekîneyên Tolhildana ên Şehîd Andok Özgür, 12’ê Îlonê saet 00.30’an de trafoya DEDAŞ’ê ya li Amed/Kayapinar 500 Evler a ku hêzên dijmin lê bi cih bûne, şewitandin û rûxandin.
Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bê navber bi biryardarî bidomînin. Çalakgeran bang li hemû ciwanên Kurdistanê jî kirin û bang li her kesî kirin ku ketina salvegera komploya navneteweyî de rabin ser piyan û Kurdistanê ji dijmin re bikin dojeh.
Endamên yekîneyê her wiha bang li ciwanên Bakur kirin ku pêngava “Cenga Azadiya Serbixin” a ji aliyê Komalên Ciwan ve hatiye destpêkirin xwedî derbikevin û di vê çarçoveyê de çalakiyên xwe berfirehtir bikin.