TIL TEMIR – Şêniyên navçeya Til Temirê gotin ew bi axa xwe ve girêdayî ne û destnîşan kirin ku ew ê ji bo têkbirina planên dagirkeriyê li pişta Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bimînin. Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê êrişên dijwar pêk tîne.
Derbarê vê yekê jî welatiya bi navê Zehra Emîn got:
“Bi saya berxwedana pêkhateyên navçeyê û piştgiriya wan ji Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re, êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan hatin têkbirin.”
Welatiyê bi navê Bercis Ezîz Îbrahîm anî ziman:
“Dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina herêmê bi tevahî cureyên çekan û ji hedefgirtina sivîlan û zarokan armanc dike”
Herî dawî Zehra Mihemed ji bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafiran bigire ji ber ku balafirên dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîlan dike armanc.