TIRBESÎPÎYE – Meşa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji ber avahiya Kongra Star destpê kir. Şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundê, endamên ciwanên şoreşger, jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rûspiyên eşîran beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên “Bi serkeftina Dêrezorê em ê tecrîdê bişkînin” û “Em ê di şerê azadiyê de bi ser bikevin” û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.
Dema ku çalakger gihiştin avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê Tirbespiyê, li wir daxuyaniyek hate dayîn. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê Kinda Kenan tecrîd û polîtîkayên îşkenceyê yên li ser Rêber APO şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide Rêber APO ji raya giştî dûr bixe.
Kinda got, “Ji bo ronîkirina rêya azadiya gelên bindest, em ê têbikoşin ku civak, ciwan û jinên ciwan li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî û fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin.”