TEBQA – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên Malbatên Şehîdan, îro piştî nîvro li salona şehîdan bi beşdariya saziyên sivîl û leşkerî ji bo şehîd Vejîn Jiyan û şehîd Ozgur Ronî çalakiya bîranînê li dar xistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate temaşekirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger jiyan û têkoşîna her du şehîdan vegot heta gihiştin asta şehadetê têkoşîna xwe domandin û diyar kirin ku ew ê li ser şopa wan bin û tola wan hilînin.
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.