NAVENDA NÛÇEYAN – Kurdistan cihekî ku hatiye dagirkirin û parçekirin. Di nava her çar parçe Kurdistanê de dewleta faşîst ya dagirker siyasetekê cûda ser gelê me ferz kiriye.
Li Rojava yê Kurdistanê rejîma Suriyê bi zext û zorê gelê me bê nasname hiştiye û dixwaze gelê me bi çanda ereban asimile bikin. Lê bi derketina Rêber APO îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşa di sala 2012 hatiyê afirandin û heya îro hatiyê parastin.
Bakurê Kurdistanê bin dagirkeriya rejîma faşist ya Tirkiyê de û heya îro li hemberî kiryarên şerê taybet, qetliam û tinekirina jiyanê berxwedide.
Li Başûrê Kurdistanê hêzên hegemonik xwastin dewletekê Kapîtalist weke dewletekê Kurd avabikin û bi vî awayî gelê me bixapînin. Lê îro em dibinîn ev dewlet nebû alternatîf ji bo gelê me. Bi awayekî herî trajedîk ve siyasetê ku ser gelê Şengalê hatiyê meşandin diyar dibû. Dema çeteyên hov yên Daiş’ê li ser gelê me yê Êzidî êrîş kirin, peimergeyên KDP reviyan û gelê me bê çek, bê parastin û bi komkujiyê re ru bi ru hiştin. Niha jî PDK di bin kontrola Dewleta Tirk a faşist de her cure şerê Taybet û kiryarên qirêj li ser gelê me pêktîne. Le belê disa jî gelê me yên welatparêz li Başûrê Kurdistanê li hemberî ve hovitiyê berxwedidin.
Rojhilatê Kurdistanê parçeyekê ku di bin dagirkeriya rejîma Îranê de ye. Îran bi qanunên hişk ya şeriatê zext û zorî li ser gelê me ferz kiriye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê gelekî ku herî zêde bi zimanê xwe, çanda xwe, welatê xwe û dîroka xwe ve girêdaye. Rejîma İran û hêzên KDP, li ser gelê li vir bi şerê taybet, ajantî ferz kirin wan bêkar û feqir hiştin û gelek kiryarên qirêj li ser gelê me ferz kirin. Ev heya roja iro jî didome. Rejîma Îran bi awayekî herî tûnd dixwaze serhildananên gelan bitepisine. Mirovên ku dibejê ez xwedî irade me, ez xwedî şeref im, ezê mafê mirovatiyê diparez im dixe girtigehan. Di nava zindanan de ciwan û gelên me yên welatparêz işkence dike û îdam dike. Lê gelê me li hemberi vê faşizmê seri hildide, berxwe dide. Gelekî bi çand û felsefeya Reber Apo hatine rexistinkirin.Taybet jinên li Rojhilatê Kurdistanê êdi gihiştine ferqa heza xwe û iradeya xwe. Ji bo wê ji Rejîma Îran tûndiyan li ser jinan hin zedetir kiriye. Her kiryarên qirêj li ser jinan dide meşandin
Salekê berê di roja 16‘ê îlonê de jinekê Kurd a bi navê Jîna Aminî bi malbata xwe ve çu paytaxta Îranê a Tehran. Li vir nezikatiyên hov ya “polisên exlaqî“ re rû bi rû ma.Ji ber kefiya li ser serê xwe tam negirtiye! Jîna Aminî bi destê wan kesan ve hate şehîd xistin. Ji ber di Rejîma Îranê de porê jin qedexe ye. Gelê Kurd piştî buyerê yekser rabû li ser piyan. Bi pêşengtiya jinên Kurd, ciwanên kurd, xwendekarên Tehran, gelê Fars, gelê Beluç rabûn li ser piyan û li hember vê kiryare qirêj yê li ser jinan te meşandin bi tûndi şermezar kirin u berxwadanek bê hempa dan meşandin. Pişti şehid xistina Jîna Amini edi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin ji bo protesto kirina vê buyerê kefiyên li ser serê xwe şewitandin û porên xwe kut kirin. Ciwanan her cihekî Rejîma Îran şewtandin û êriş kirin. Bi vê re silogana Rêber APO ya ‚ “JIN JIYAN AZADΑ bu sembola van serhildanan. Bi vê sloganê re jinên azadixwaz di welatên din de hatin şiyar kirin û bi “JIN JIYAN AZADΑ re li her derê cihanê jin rabûn li ser piyan û ji bo mafê jinan xwe rexistin kirin û çalakiyan peşxistin.
Îro li ser qetilkirina Jina Aminî salekê derbas bû. Jinên li Rojhilat û Îran hin di berxwedanê de ne. Gelek komînên ciwanên Kurd hatin peşxistin. Jin xwe rêxistinkirin. Taybet xwendekarên Tehranê gelek çalakiyên cûr be cûr pêşxistin. Lê Rejîma Îran disa êrîşên hov û tundî li ser gel û ciwanan dide meşandin. Hezaran ciwanên welatparêzên me niha di zindana Îran de ne. Gelek mirov hatine şehîd xistin. Taybet di nava gelê Beluç de qetliam pêk anîn û gelek zext û zorî hat çekirin.
Lê bi mirateya Jina Aminî gelê Kurd, gelê Fars û gelên bindest li Îran rabûn ser piyan, rêzdariya xwe ya li hemberi jina nişan dan. Ji bo mafê jin gelek ciwanên Kurd şehîd ketin, gelek ketin zindanên Îranê û bi işkenceyên herî hovane rû bi rû man. Ew gelan xwedi şeref û rûmeta xwe nişan dan. Pivanên xwe nişan dan û bi wî rengî diyar kirin ku mafê jina dipareze. Di roja iro de hate diyar kirin ku jin xwe gihandiye asta heri jor, jin bune xwedi hêz û sitatû. Jina ku xwe gihandiye çand û exlaqê Apoyî. Jin, Jiyan diafrinin, ji ber bi azadiya jinê re azadya gel ji pêk were.
Rêber APO di van mijaran de nirxandinên gelek berfirêh û giring derxistiyê holê. Bi vê awayê gelê Rojhilatê Kurdistan giredanbûna xwe bi Rêber APO re diyar kir û gotina Rêber APO bi serhildanê re di giştî cihanê de belav kirin. Ev hêza gelê Rojhilata Kurdistan, hêza jin li Rojhilatê Kurdistan nişan dide.
Ev tekoşin heya îro berdewame û bi van serhildanan re gelê me edî hêza xwe naskir, jin hêza xwe famkir. Ciwan jî bi girêdanbuna jin hestên kîn û hersên xwe li hember rejîm rexistin kirin. Bi wî zanîstê êdî tu kes nikare jinên me û ciwanên me bide sekinandin. Êdî tu kes nikare bi gelê me re bilêze.
Gelê Rojhilatê Kurdistan bi mirateya Jina Aminî serbikeve. Bi zadiya jin serbikeve, bi azadiya Rêber APO û Kurdistan serbikeve. “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî.”
NC// Sara Ronahî