QAMIŞLO – Koma Saz û Awaz stranên şoreşgerî pêşkêş dike. Endamên komê diyar dikin ku bi stranên xwe li dijî şerê taybet û bandorên wê yên li ser ciwanan dibin bendek. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên hunerê hewl didin bi rêya parastina çanda resen a civakan û hunera şoreşgerî peyama Şoreşa 19′ê Tîrmehê bigihînin cîhanê. Koma Saz û Awaz jî bi rêya stranên gelêrî û şoreşgerî hewl didin peyama hunerê bigihînin civaka xwe.
Koma Saz û Awaz di 2021′an de li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê hate damezirandin. Kom ji 12 ciwanên heman taxê pêk tên. Berhemên xwe di Newroz, mîhrîcan û boneyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşkêş dikin. Komê heta niha 35 stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirine.
Endama Koma Saz û Awaz Nûpelda Hisên got armanc ji damezirandina komê parastina çanda civakê ye.
Nûpelda wiha axivî: “Dijmin bi rêya şerê taybet hewl didin mêjiyê ciwan kontrol bikin û wan ji çanda wan bi dûr bixin. Ji lew re em bang li tevahî ciwanan dikin çanda xwe biparêzin û hunerê ji bo şikandina van êrişan bikin.”
Ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Qiûrbegê Ridwan Dêrikî jî li ser mijarê got: “Endamên komê di salên şoreşê de kom bûn û şahidên berxwedan û serkeftinên van salan bûn.”
Dêrikî wiha pê de çû: “Gotinên van stranan rastiya şoreşê nîşan didin. Ez gotin û awazên stranan çêdikim. Naveroka wan li ser Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan an jî li ser berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê ye.”
Dêrikî wiha anî ziman: “Stranên şoreşgerî di bilindkirina morala gel de xwedî girîngiyeke mezin in. Ev stran piştgiriya berxwedana gerîlayan in destanên lehengane li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker dinivîsin.”
Dêrikî wiha dawî li gotina xwe anî: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje ′Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin′. Ji lew re em bang li ciwanan dikin li hember êrişên şerê taybet xwe biparêzin. Deriyên me ji bo pêşwazîkirina ciwanan û perwerdekirina wan vekirî ne.”