BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev daxuyanî da
“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
- 15’ê Îlonê saet 09:00, 09:30, 11:30 û 13:40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di heman demê de derb li 4 çeperan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
- 15’ê Îlonê saet 15.20 û 15.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.
- 15’ê Îlonê saet 16.30’an bi çekên giran li pergala teleferîkê ya ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ava kiribûn, hate xistin.
- 15’ê Îlonê saet 20:30-23:50’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê 2 caran mudaxeleyî li helîkopteran kirin.
- 15’ê Îlonê saet 08:45’an de dema ku dagirkeran xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, bi çekên giran li wan hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
- 15’ê Îlonê saet 10.50’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, bi taktîka sûîqestê li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
- 15’ê Îlonê saet 18:30’an de 6 caran li dagirkerên ku xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, hate xistin.
- Di 15’ê Îlonê saet 18:40’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi pêş ve biçin, bi çekên navîn ên otomatîk li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Dema ku komeke din a dagirkeran hewl dan tevbigerin, bi çekên ferdî li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
- Di 16’ê Îlonê saet 05.20’an de dema ku dagirkeran xwestin sîstema kameraya mobesse li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi cih bikin, bi taktîka sûîkastê li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- Di 15’ê Îlonê de qadên Girê Zengil, Girê Reşîd, Gundê Şikêra û Gundê Girê yên Garê 5 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
- Di 15’ê Îlonê de herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatin bombekirin.”