NAVENDA NUÇEYAN – Di ser qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirin Serhildana Jin Jiyan Azadî re salek derbaz dibe. Bi boneya salvegera serhildanê îro li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin.
Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Esnafan dikanên xwe venekirin û bazar girtî man.
Li bajarên Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Bane, Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye û Mehabadê greva giştî dest pê kiriye.
Her wiha bi boneya salvegera Serhildana Jin Jiyan Azadî li bajarên Îranê jî hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.