ŞEHBA – Çalakiyên li dijî tecîda li ser Rêber APO û gefên li dijî wî zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li Şehbayê meşek hat lidarxistin. Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji gundê Kefir Garês heya qada Şaredariyê ya gundê Til Sosin ê navçeya Ehdasê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber APO hatin hildan û bêyî navber dirûşmeya silavkirina berxwedana wî hatin berzkirin.
Meş li qada şaredariyê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de bi navê Dayika Aştiyê ya Efrîn û Şehbayê Xedîce Efrîn axivî û diyar kir ku dema, dema azadiya Rêber APO e û wiha got: “Rêber Apo tenê fizîkî di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em her tim çalakiyan bikin. Em dayikên aştiyê wê sînoran hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.”
Her wiha endama Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Ehmed El Selemê bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî sûcên li dijî Rêber APO , şermezar kir û wiha got: “Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin û em ê heya azadiya fizîkÎ ya Rêber Apo pêk were her tim li qadan bin.”