NAVENDA NUÇEYAN –Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstan bi daxuyaniyeke çapemeniyê avakirina Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstan (Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) ragihand.
Koordînasyona Giştî ya YCWK’ê di daxuyaniya xwe de, wiha anî li ser ziman “Wekî ciwanên welatparêz û şoreşger yên Bakûrê Kurdistanê di qonaxa fînalê ya tekoşîna rûxandina faşîzmê de erkên pêşengtî û zaferê li benda mene. Em didin diyarkirin ku bi rihê fedayî yê Alî Çîçekan em ê xwedî li van erkên xwe derbikevin. Li ser vê esasî em îlana avabûna YCWK’ê(Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) dikin. Avabûna YCWK’ê di serî de li Rêber Apo, li hemû gelên me û ciwanên welatparêz û şoreşger re pîroz dikin. ”
Di daxuyaniyê de xeta têkoşînê ya bingehîn û armancên ciwanên YCWK’ê di 13 xalan de hat diyarkirin û hat gotin “Li ser vê bingehê em bangawazî dikin ku hemû ciwanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin sîwana YCWK de werin gel hevdu, rêxistin bibin, wekî coşek ya lêhiyê di nava tekoşînê de cih bigrin û di qonaxa rûxandina faşîzmê de bibin berxwedanvanek ciwan a doza rumet û azadiyê .”
“Weke ciwanên Kurdistanê heta ku em heqîqeta vê erdnîgariyê ya ku li ser jiyan dikin, hewaya wê dikşînin û hebûna xwe didomînin fêr nebin em nikarin xwe bigihînin tu rastiyekê. Heqîqeta Kurdistanê jî di dîroka wê de veşartiye. Pergala desthilatdariyê, dijminê heqîqetê yê herî mezine. Heqîqetê reş kirin erkê wan ê bingehîn e. Mirovên roja me ya îro bi jiyana rojane ve dayîna mijûlkirin û ji dîrokê qut kirin pêwistiyeke taktikî ya siyaseta wan e. Mekanîzmaya ku ‘’ rojane jiyan bike, dîrokê ji bîrbike, ji heqîqetê dûr bisekine’’ herî zêde di xaka Kurdistanê de dimeşînin. Kurdistan ger di bîra mirovan de were tune kirin wê ji heqîqetê jî derbikeve. Stratejiya bingehîn ya pergala desthilatdariyê ev e.
Baş e heqîqeta Kurdistanê çiye? Ya ku divê were fêm kirin çiye? Rastiya ku dixwazin bi Kurdistanê re reş bikin û bikşînin nava tarîtiyê çiye? Divê em bipirsin û lêpirsin bikin.
Kurdistan; ne welatek ji rêzê ye. Ne piştre hatiye keşif kirin ne jî ji nîşka ve derketiye holê. Qasî dîrokê kevnar e. Nirxên esasî yên koka mirovatiyê di Kurdistanê de şîn bûye. Civakbûyîn di van xakan de haveynê xwe girtiye. Şoreşa gund û çandiniyê ya neolîtîka ku şoreşa herî mezin ya dîrokê ye, li derdora jina dayîk di vê xakê de dest bi jiyanê kiriye. Bi hêz, zanebûn û baweriya muhteşem a ku civakbûyînê afirandiyê re vejîna mirovatiyê pêş ketiye. Nirxên ku mirov kiriye mirov wisa ava bûye. Koka mirovatiyê di vê şoreşê de veşartiye, Kurdistan jî dergûşa vê ye. Hemû rêgezên jiyanê yên baş, rast û xweşik yê ku mirovan dike mirov li ser vê xaka cenet ya Kurdistanê dest bi jiyanê kiriye. Ji dewlemendiyên ser erd û bin erd wêdetir, çavkaniya dewlemendiyên jiyana azad e. Li tu cihî jiyan qasî ya li Kurdistanê bi wate û bi nirx ne hatiye jiyan kirin. Bi hezaran sale adeta bûye wek ava çemekî esasî ku hemû mirovatiyê têr kiriye, bûye çavkanî û hiştiye heya roja me ya îro were. Mirovatî divê ji bîr neke: ger hîna jî rûmeta mirovbûnê hebe û civak li dijî her cure êrişên pergala desthilatdariyê dikare li ser lingan bimîne ev bi saya dîrok, çand û civakên Kurdistanê ye.
Ji sala 1925’ an û vir ve di Kurdistanê de tenê yek qanûn derbasdar e; ew jî qirkirine. 100 sale dewleta tirk a faşîst li Kurdistanê siyaseta qirkirinê dimeşîne. Ev dijminatiyeke wisa ye ku her tişt ji bo tunekirina Kurdan e. Hukumet diguherin, desthilatdar diguherin, dewlet diguhere lê dijminatiya Kurd naguhere. Faşîzma ku li ser Kurdan tê sepandin zordariya Nemrudan jî zext û zilmê fîravûnan jî derbas dike. Gotinekê ku dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bîne ser ziman nehatiye keşif kirin. Ne tenê mirovên Kurd, dîroka Kurdan jî, çand, ziman, nasname, kevneşopiyên wê jî, darûber, kevir û erdê wê jî wekî dijmin dibînin û dixwazin îmha bikin.
Li gorî dewleta Tirk; Kurdê herî baş Kurdê miriye.
Dewleta Tirk tê wateya; hebûna her kesê/î diyarî hebûna Tirk kirinê, yê ku qebûl neke jî ji bo ji gotinên Tirkan re serî bi tewînin bi her cure qetlîam, talan, wehşet û barbartî re rû bi rû hiştinê,
Dewleta Tirk tê wateya ; tu kesekî/ê ku îxanet li xwe, çanda xwe, civaka xwe, nirxên ku mirovan dike mirov û xwezaya xwe nekirî ne hiştinê,
Dewleta Tirk tê wateya: qedexe, îmha, înkar, îşkence, mirin, êş, bêrûmetî û nirxên xwe yên bingehîn binpêkirinê,
Ji Şêx Seîd û Seyîd Rizayan û vir ve heqîqeta nayê veşartin ya dewlet Tirk a qirker û faşîst ev e.
Ev kirasên bêrûmetî û koletiyê yên ku dixwazin li Kurdan bikin, bi derketina Rêber Apo re hate parçekirin. Rêber Apo ev serberjêrçûyîna li Kurdistanê da sekinandin. Mirovên Kurd yê ku weke miriyek li wan hatibû ji nû de afirand. Zanabûn pê da qezenc kirin, bi îrade kir û rih dayê. Azad jiyan kirin, jibo azadî tekoşîn kirin, kir rêgeza jiyanê ya herî binirx. Li dijî faşîzma qirker ya dewleta Tirk, agirê têkoşînek têknaçe vêxist. Artêşeke gerîllayên fedayî rêxistin kir da ku şoreşgerên herî mezin yên dîrokê xwezî pê bînin. Wekî ku yek ji rêhevalên ji dil û can yên Rêber Apo Kemal Pîr jî bal dikşîne ser kelemek wisa li nava dewleta Tirk hatiye xistin ku 50 sale yê ku dixwaze jê derxîne yek bi yek ji dîrokê tên jinavbirin. Gelê herî mazlum yê dîrokê jibo azadiyê tam 50 sale di pêşengtiya Rêber Apo de li dijî faşîstên herî zalim yên dîrokê berxwe dide.
Kiryarên 8 salên dawî yên dewleta Tirk a qirker,faşîst xulaseya 100 salên dawiyê ye. Weke ciwanên welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê yek tiştên ku hatine kirin jî me ji bîr nekiriye û em jibîr nakin. Me Şêx Seyîd û Seyîd Rizayan ji bîr nekiriye. Me faşîzma dewleta Tirk a ku singû kirina zarokên me,tecawuz kirina jinan, bi awayek zindî şewitandina mirovên me ji bîr nekiriye. Sotandina cîh û warên me, gundên me, daristan û çiyayên me jibîr nekiriye. Barbartî û wehşeta ku li dijî xort û keçên Kurdistanê yên ku ji bo bostek axa welat ya azad û ji bo şeref û rûmetê şerkirine hatıye kirin me ji bîr nekiriye. Çawa ku 100 sal berê di bîra me deye, tiştên ku 8 salên dawiyê jî bi me û gelê me dane jiyan kirin, yek kêlî jî be ne hatiye jibîr kirin. Di mejî û dilê me de ye, zindiye, nûye û wekî hêrs û kîna roja destpêkê tê parastin.
Reber Apo nirx, hebûn, wate û her tiştê me ye. Em ew tecrît û îşkenceya ku hewildide di nava dîwarên Îmraliyê de her rojê ji mirinê xirabtir dike ji bîr nakin. Di van 25 salan de yek roja wê tenê jî, ji bîra me neçûye û wê neçe jî.
Îşkenceya ku li ser cenazeyên gerîllayên azadiya Kurdistanê hatine kirin em tu carî jibîr nakin.
Barbartiya wehşî ya ku hestiyên şehîdên me xistine qutiyên postayê de û feryadên dayîkên wan ku mirovatî dide girandin em jibîr nakin. Em jêrzemînên Cîzîrê, kincên şewitandî yên Ş. Sozdar Şerker, Cemîleya ku 11 rojan di sarincê de hatî veşartin, bedena dayika Taybet a ku bi rojan di kolanê de hate hiştin ji bîr nakin,me ji bîr nekiriye.
Em Baz Mordeman û Helbest Koçerînan a ku bi gazên kîmyasalê hatin fetisandin û qetilkirin ji bîr nakin.
Em ew dar, sewal û daristanên Cûdî, Dêrsim, Licê û Xerzanê ya ku bi destê artêşa faşîstan tê şewitandin ji bîr nakin. Dewleta Tirk a faşîst û qirker bi wehşeta xwe, qirêjî, bê exlaqî û barbartiya xwe dibe kû dewleta beriya 100 salan be, lêbelê ne gelê Kurd, ne jinên Kurd û ne jî em ciwanên Kurd, ne yên beriya 100 salanin. Em bi naskirina dijminê xwe mezin dibin, dipijin, zanebûn digrin û dibin xwebûn. Her ku em xwe nas dikin jî bi hêrs, nefret û kîna beramber dijmin re kamil dibin, tekoşîn dikin û berxwe didin.
Îro dijminê faşîst û qirker berê êrişên xwe yên herî tirsnak daye ciwanên Kurd yên ku li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jiyandikin. Ciwanên Kurd dibin bombardimana êrişekê pir qirêj de ne. Bi rêbazên bê exlaq yên şerê taybet, dixwazin ciwanan jehrîbikin, bitevizînin, ji gel qut bikin û dejenere bikin. Li hemberî dil û mejiyê ciwan yê gelê me êrişekê stratejîk heye. Jibo bi ciwanan çong bidin danîn, her cure êrişên şerê taybet 24 seetan bê navber didin meşandin. Rêbaz hêsan e. Madeyên hişbir bide karanîn, têxe nava qirêjiya fuhûşê û di encamê de jî kesayetê/î teslîm bigre. Edî ew ciwan amade yê ku şûrê li beramberî gelê xwe bikşîne.Siyaseta tiryak kirin, çokdanîn û bi xistinê ji mirovbûnê derxistin xisleta herî sereke a dewleta Tirk e.
Tenê ne eve jî. Hewildidin ciwanên Kurd bi bêkariyê terbiye bikin. Bi bêkar hiştinê ve dixwazin muhtacê dewletê bikin û bi çend parî avêtina ber re bi xwe ve girêbidin. Yek ji xefîkên dewletê li beramber ciwanên Kurd ev e. Îro eger li nava xaka Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de qrîza ekonomiyê, birçîtî, feqîrtî û sefalet hebe, yek sedemê vê heye ew jî şerê ku bi armanca qirkirin û dagirkeriyê tê meşandin e. Eger ji nava vê qrîza ekonomiyê derketin çênabe sedemê wê ev rastiye. Wekî ku nabihîse, nabîne û na axive yê rolê sê meymûnan di leyîzin, her wiha bi berovajî kirina rastiyan adeta têkiliya şer û ekonomiyê ji hev cuda dike û mirovan bi awayek qirêj di xapînin. Ser wê re jî hewildide ekonomiyê wekî çekekê bikarbîne û ciwanên Kurd bi vê çekê teslîm bigrin.
Yek ji êrişên herî esasî yên ser ciwanan, êrişên çandî ne. Li ser ciwanan polîtîkayeke birêkûpêk a qirkirina çandî dimeşîne. Her mirov bi çanda xwe ve dibe mirov. Ciwanên ku ji çanda xwe hatibe qut kirin û xerîbê çanda xwe ketibe weke darekî bê koke. Ji bo tunekirina çanda Kurdan dewleta Tirk hemû derfetê xwe seferber kiriye. Ji sitrana ku tê guhdar kirin heta fîlmên ku tên temaşe kirin, ji tarzê jiyana ku tê teşwîqkirin heta zimanê ku tê axaftin mêtîngeriya dewleta Tirk dibe rejîmekê qirkirina çandî ya çar bi çar. Di pêvajoyên dawiyê de di bajarên Bakûrê Kurdistanê ku kelhên welatparêziyênede hewildidin qaşo bi festîvalên ku ji derew û sextekartiyê wêdetir tu naverokeke xwe nîne ciwanan ji cewherê wan dûr bixînin.
Rejîma faşîst û qirker her qada ekonomiyê, çandê, siyasî û civakî ji bo ku ciwanên Kurd bike amûra armancên xwe bikartîne. Her tişt jibo teslîm girtinê ye. Di vê oxirê de dema dora wê hat jinên ciwanên Kurd bi destê leşkerên xwe yên bê exlaq dikşînin xefika evîndariyê. Dema dora wê hat pêşî vedikin ku madeyên hişbir yên herî taluke li pêşberî dibistanan ji zarokan re were firotin û dema dora wê hat hewildidin bi gef û tehdîdên herî qirêj ciwanan bixînin.
Rûyê rastî yê faşîzma qirker ya dewleta Tirk ev e. Rêber Apo bi tekoşîna xwe ya 50 salan rê li ber pêşketina ronakbîriyekê pir mezin di ciwanan de vekir. Li hemberî her cure êrişên qirêj yên dewleta Tirk neslê ciwantiyekê ku lêpirsîn dike, rêxistin dibe û hesab dipirse afirandiye. Tekoşîna Azadiya Kurdistanê 50 sale ji pêşengtiya tekoşîna ciwanên Apoyî re şahidî dike. Neslê ciwanên Apoyî wekî mîrasek yê tekoşînê heya roja me ya îro hatiye. Ne zordestiya dijmin ne jî êrişên wê yên şerê taybet yên qirêj, ne kariye ciwanên Apoyî bidin sekinandin, asteng kirin û ji berxwedaniyê paşde gav bide avêtin.
Li dijî dewleta Tirk a faşîst, qirker û mêtînger roj roja ciwanên şoreşger û welatparêzên Kurdistanê ye. Roj roja derketina meydana têkoşîn û serhildanê ye. Bê guman qet di tekoşîn û berxwedana ciwanên welatparêz de navber ne ketiyê. Lêbelê qonaxa ku em tê de ne awarte ye, dîroki ye û ji her demê zêdetir pêşengtî kirina têkoşînê ferz dike. Li dijî êrişên dijminê faşîst ciwanên welatparêz ji her demê bêhtir divê xwedî berpirsiyar bin û destê xwe têxin bin ber de. Mîrasa ciwanên Apoyî ji bo me ferman dide ku êrîşên rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê yên li ser ciwanên Kurdistanê bê şikandin û perçe kirin.
Wekî ciwanên welatparêz û şoreşger yên Bakûrê Kurdistanê di qonaxa fînalê ya tekoşîna rûxandina faşîzmê de erkên pêşengtî û zaferê li benda mene. Em didin diyarkirin ku bi rihê fedayî yê Alî Çîçekan em ê xwedî li van erkên xwe derbikevin. Li ser vê esasî em îlana avabûna YCWK’ê (Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) dikin. Avabûna YCWK’ê di serî de li Rêber Apo, li hemû gelên me û ciwanên welatparêz û şoreşger re pîroz dikin.
Weke ciwanên YCWK xeta me ya esasî ya tekoşînê û armancên me wê ev bin;
1–Bi parçekirina pergala îşkence û tecrîdê re pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sedem û xeta herî sereke ya têkoşînê girtina dest,
2-Pêşxistin û pêşengtî kirina tekoşîna ciwanên şoreşger a ku bi armanca rûxandina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê xwe tevger dike,
3-Hemû ciwanên şoreşger, welatparêz, çepgir û sosyalîstên Bakûr û Tirkiye, bi hemû xwesertî û dewlemendiya nasnameyên etnîk û dînî re rêxistinkirin û di eniya berxwedaniyekê antî faşîst de yekbûn,
4-Hemû ciwanên welatparêz bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kirin, zanebûn dayîna qezenc kirin, bi kûrkirina pîvan û rêgezên jiyana azad ve anîna rewşa ferdê ku li beramberî gelê xwe birêxistin û berpirsiyar e,
5-Jinên ciwan wekî hêza pêşeng ya YCWK’ê dîtin, li ser vê bingehê wekî erkê bingehîn li dijî êrişên şerê taybet yên rejîma faşîst ji bo rêxistinkirina jinên ciwan seferberbûyîn,
6-Hemû dibistanên amadeyî û zanîngehê wekî navendên tekoşîna antî faşîst girtina dest, bi rihê ciwanên şoreşger yên 68’ an ciwanên xwendekar seferberî tekoşînê kirin,
7-Êrîşên qirkirina çandî a ku bi rêbazên rêze fîlman, festîvalan, sitranan, bi faliyetên werzîşî bi destê navendên şerê taybet tên rêxistinkirin teşhîr kirin, boykot kirin û li beramber wê tekoşînekê domdar a ku di ciwanan de zanebûn bide avakirin û hişmendiya çanda resen pêş bixîne meşandin,
8-Pêşxistina tekoşînekê şoreşgerî ya ku êrişên fuhuş, madeyên hişbir û ajankirinê yên rejîma faşîst vala derxîne û pêngavên şoreşgerî ku ciwanên me ji nava çirava faşîzmê rizgar bike pêşxistin,
9-Di her taxê, dibistanên amadeyî, zanîngeh, gund û bajarên ku zilma faşîzmê lê heye de avakirina rêxistinên dendik yên YCWK’ê,
10-Li dijî rejîma qirker ya faşîst her cure rêbaza tekoşînê ya rewa esas girtin û xeta berxwedaniyekê bênavber domandin,
11-Li hemberî her cure êrişên ku li dijî gelê me û nirxên me yên tekoşînê were pêşxistin bi rihê tolhildana şoreşgerî bersiv dayîn û ketina nava seferberiya çalakiyên bênavber,
12-Bi felsefeya ‘’hêza herî mezin gelê rêxistinkiriye’’re di tekoşîna rûxandina faşîzmê de pêşxistina serhildanên gel û bûyîna pêşengê piratîkî yên serhildanê,
13-Sîxur, ajan û hevkarên rejîma faşîst weke dijminên gel dîtin û li her qada jiyanê hesap ji wan pirsîn,
Weke encam em di ferqê de ne ku em di qonaxa tekoşînekê dîrokî re derbas dibin. Li dijî êrişên îmhayê yên rejîma faşîst em di zanebûna girîngiya meşandina vî şerê hebûn û tunebûnê de ne. Em şopdarên kevneşopî û mîrasa têkoşîna şoreşgerî ya Alî Çîçekan in. Dem dema bi rihê Alî Çîçekan xwe tevger kirinê ye. Ger zilma faşîzmê hebe, enerjiyek bêdawî, dînamîzmek bêsînor, baweriyek bêhempa, berxwedaniyek bêaman û şoreşgertiyek bêmînak a me a ciwanên welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê heye.
Em ji dewleta Tirk a faşîst, qirker û dagirker re dibêjin; wehşet û barbartiya we ewqasî mezine ku tu carî nayê jibîr kirin, lê hûn ê jî mezinahiya berxwedana YCWK’ê ya ku tu carî ji bîra we dê neçe bi sere çavê xwe bibînin. Me ji mîrasa xwe ya tekoşînê vê fêm kir; ji sibê re tê hiştin lê, ji kesekî re nayê hiştin… wekî YCWK bi vê zanebûn û rihê tekoşînê em ê serdestiya we ya faşîst bi serê wede bi rûxînin û heta ku jiyanekê azad û bi rûmet bi Rêber Apo re were jiyan kirin hûnê bibînin ku em ê ne sekinin, xilas nebin û kêm nebin. Hûnê di bin lêhiya berxwedaniya deryaya ciwanên Kurdistanê ya her ku diçe zêde dibe de bi fetisin û bidawî bibin.
Li ser vê bingehê em bangawazî dikin ku hemû ciwanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin sîwana YCWK de werin gel hevdu, rêxistin bibin, wekî coşek ya lêhiyê di nava tekoşînê de cih bigrin û di qonaxa rûxandina faşîzmê de bibin berxwedanvanek ciwan a doza rumet û azadiyê . ME Bİ CİWANTÎ DESTPÊ KİR Û EM Ê Bİ CİWANTÎ SER BİKEVİN…
BİJÎ RÊBER APO!
BİMİRE DEWLETA TİRK A FAŞÎST Û QİRKER!
BİMİRE HER CURE HEVKARTÎ Û ÎXANET!
BİJÎ BERXWEDANA CİWANÊN ŞOREŞGERÊN WELATPARÊZ!
BİJÎ YCWK!