BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker parve kir û got:
“1. Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 16’ê Îlonê saet di 06:20 û 06:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin.
- 16’ê Îlonê saet di 07:00 û 07:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi eçkên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.
- 16’ê Îlonê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ay Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkrean hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 16’ê Îlonê saet di navbera 21:10 û 23:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji du baskan ve bi çekên giran li helîkopteran hate xistin ku hewl didan hêzên xwe li qadê daynin.
- 16’ê Îlonê saet di 22:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku hewl didan xwe bigihînin ber tunelên şer hatin kontrolkirin. Saet di 23:30’î de bi sabotajê 2 caran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê, dagirkeran hewl dan teqemeniyan li tunelên şer bi cih bikin. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li wan hate xistin. li vir jî 6 dagirkerên din hatin cezakirin. Cenazeyên van dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ne.
- 16’ê Îlonê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku dixwestin li qadê bi cih bibin. Piştî çalakiyê hewldana dagirkeran a ji bo ketina çeperan hate rawestandin.
- 16’ê Îlonê saet di 10:15 û 10:30’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bikevin çeperan bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 16’ê Îlonê saet di 20:05 û 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran dest li helîkopteran hate werdan ku dixwest hêzên xwe daynin qadê.
- 16’ê Îlonê saet di 20:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku hewl dida bikevin çeperê û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 16’ê Îlonê saet di 21:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dida bikevin çeperê.
- 16’ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin
2. Herêma Metînayê;
- 16’ê Îlonê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 17’ê Îlonê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.
3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
- 16’ê Îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 8 caran, li herêma Metînayê Qada Serê Metîna carekê, li herêma Garê qada Yekmalê carekê bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 16’ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatin bombekirin.”