QAMIŞLO – Di çend daqayikan dawî de erebeyeke ser rêya Qamişlo – Amûde nezî gûnde Hatmiyê bi balafireke bêmirov hatiyê bombebaran kirin.
Agahîyen ser birindaran an şehîds heya niha na hatin girtin.
NÛ KIRIN:
Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê:
Dagirkeriya Tirk êrîşên xwe yên hovane yên li ser herêmên me didomîne, îro piştî nîvro li ser rêya navbera bajarên Qamişlo û Amûdê seyareyeke hêzên me bi balafirê bê mirov hedef girt û 2 rêhevalên me şehîd ketin.
Balafirên keşfê hemwelatiyên ku hewl didan birîndaran derman bikin jî bombebaran kir, di encamê de 8 kes bi birînên cuda birîndar bûn. Hemû Agahiyên din dê di daxuyaniyekê de bêne weşandin.