DÊRAZOR – Duh, di bin dirûşmeya “Xiyaneta Barzanî ji holê rakin û Cenga Azadiyê Serbixin” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ve li Dêrezorê meşekî ji bo şermezarkirina xayînê Barzanî û alîgirên wî yên ji dagirkeriya Tirk hat organîzekirin. Êrîşên li dijî çiyayan Kurdistanê û komploya li dijî fikir û felsefeya Rêber Apo û Projeya Biratiya Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin şermezarkirin.
Meş ji ber Meclîsa Sivîl a herêma 7 Kîlo ya rojavayê Dêrezorê destpê kir. Pankartên hatin hildan û siloganên şermezarkirinê hatin berz kirin. Di çalakiyê de banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo jî hat kirin.
Di dawîyê de, berdefkê Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Dêrazorê Malik daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst û dagirker yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla, me xwepêşandana xwe bi pêşengiya ciwan û jinan li dar xist. Em armanc dikin ku dagirkeriyê û hewldanên wê yên faşîst ji bo kontrolkirina herêmên me û Başûrê Kurdistanê têk bibin. Tu dewlet nikare van beşan dagir bike. Em gelekî, em dê biratiya gelan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heta rizgarkirina Kurdistanê û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê li ber xwe bidin û tê bikoşin.”
Partîya PDK, ku ji alîya malbata Barzanî tê rêvebirin û ji salên 1990’î de li Başûrê Kurdistanê bû destilhatdar, hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk re li dijî Tevgera Azadîya Kurdistanê didomîne. PDK di 13’ê Îlonê de 200 wesayitên xwe yên zirxî li gel çekên giran veguhast qadên gerîla yên li herêma Biradostê û di 14’ê Îlonê de jî êrişên li dijî çeperên gerîla da dest pê kirin. Ev êriş li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker pêk tê û armanca wê jî berfirehkirina dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê ye.