REQA – Îro ji aliyê Ciwanên Malbatên Şehîdan ve li bajarê Reqayê ji bo bîranîna şehîd Vejîn Jiyan û şehîd Ozgur Ronî merasîmek hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdan destpê kir. Paşê jî axaftinek ji aliyê rêheval Ferhad ve hat pêşkêşkirin û tê de behsa jiyana şehîdan, sedema êrîşên dijmin û hedefgirtina fikir û felsefeya Rêber Apo kir. Polîtîkayên dewleta Tirk li dijî Rêber Apo jî hatin şermezar kirin. Di dawîyê de mûm ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin pêxistin.
Vejîn Jiyan û Ozgur Ronî demekî dirêj di nav tevgera ciwanan de cih girtin û rolekî pêşeng lîstin. Her du di demê dawî di encamê êrîşên dewleta dagirker a Tirk de hatin şehîd xistin.