KOBANE – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê îro danê êvarê li navçeya Şeran bi meşekê îxanet û hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Di meşê de ciwanan bertekên xwe yên li dijî xiyaneta PDK’ê anîn li ser ziman û êrîşên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê şermezar kirin.
Di meşê de pankarta “Li Dijî Xiyaneta PDK’ê Cenga Azadiyê Serbixin ” hat rakirin. Her wiha dirûşmên “Bimre Îxanet”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedan Gerîla” hatin berzkirin.
Piştî meşê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hat kirin. Di axaftinê de behsa xiyanet û hevkariya PDK’ê hate kirin; Hat diyarkirin ku dê ji ber vê yekê ciwan hesab bipirsin. Di meşê de li ser berxwedana gerîla jî hate sekinandin û bang li ciwanan hate kirin ku li kêleka gerîla seferber bibin.