TEBQA – Bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê duho evarê ji bi azadiya fizîkî ya Rêber APO meşek bi meşeleyan li dar xist. Meşa meşaleyan ku ji taxa Ewel li bajarê Tebqayê bi beşdarbûna sedan şêniyên Tebqayê û nûnerên Rêverberiya Sivîl despe kir. Di meşê de posterên Rêber APO, posterên Şehîd Vejîn, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hatin hildan. Her wiha pankartên “Bi Jin, Jiyan, Azadî re serbixe azadî” hatin vekirin. Meş li ber avahiya Yekitiya Xwendekarên Demokrat veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin.
Piştre endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Aya Silêman axivî, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze îradeya gelên azadîxwaz bişkîne.
Aya Silêman li ser tecrîdkirina Rêber APO û nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk ji Rêber APO re şandine û wiha domand: “Her kes dizane dewleta Tirk û çeteyên wê nameyên gefxwarinê ji Rêber Apo re şandin. Êdî armanca dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst ji her kesî re aşkere ne ku dixwazin gelan tune bikin. Lê fikr û felsefeya Rêber APO ji tevahî pirsgirêkên asêmayî yên Rojhilata Navîn re çareserî ye, her wiha rêya xilaskirina civakan ji zihniyeta desthilatdar û koledariyê ya dewletê ye.”
Aya Silêman anî ziman ku Rêbertî girtîgeha Îmraliyê veguherandiye dibistaneke fikrî, serî ji dewletên kapîtalîst re xwar nekir û ramanê wî li tevahî cîhanê belav bû.
Aya destnîşan kir ku êrişên dagirkeran ên li ser gerîlayan bi bin ketin û da zanîn ku gerîla îradeya xwe ji ramanê Rêber APO girtiye û ev îrade ji dîroka dewleta Tirk a dagirker mezintir e.
Aya Sêlman got, ew ê xeta şehîdan dişopînin, destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin da azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.