MEXMÛR – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmurê de doh şev li ber deriya şehîdlika Kampa Şehîd Rustem Cudî, li hemberê hevkariya KDP bi Devleta Tirk a ixanetkar ve bi daxuyaniyekî çapemeniyê ve hate şermezarkirin.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Mexmurê Sîpan Yaman daxuyanî da û got:
“Hevalên hêja em niha di pêvajoyekî pir giran de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de em hemû bi çavê xwe dibinin , Dewleta Tirk li Başurê Kurdîstanê û li her derê Kurdîstanê dest bi êrîşên xwe yên qirêjndike. Em hemû jî bi çavê xwe dibibinin ev hevkariya KDP bi Tirkan re.
Wek hûn jî dizanin îro jî temsilciyekî KNK hate qetilkirin. Ev carekedî derxist ber çavan ku hevkariya Tirkan bi KDP re çiqasî xurt e. Li beramberê vê wek gelê Mexmurê wek ciwanê Mexmurê ev îxaneta KDP bi Tirkan re şermezar dikin.
Wek gelê Mexmurê wek ciwanên Mexmurê emê her tim li dijî îxanetê tekoşîn axwe xurttir bikin. Emê cihekî îxanet hebe bibin bertekekêherî mezin. Cihê ku ixanet hebe emê tekoşîna xwe bilinttir bikin berxwedanê mezintir bikin.
Li ser vê esasê em carekedîn dibêjin; ev kesên îxanetkar ev kesên ku welatê xwe difroşin, ev kesên ku welat ji xwe re esas nagirin û welatê xwe didin dabeşa para, ev kesên ku xwe firoş û namus û şeref bi wan re tûneye em van kesan lanet û şermezar dikin.
Wek gel, wek ciwanên wargehê em dubare dibêjin wê tekoşîna me mezintir bibe. Heya ku em kesên wis adi nav xwe de dûr nexin, em kesên ku wisa cezayekî ji wan re nebinin em tû car nesikinin. Emê her demê bi sloganan, emê her demê bi çalakiyan, emê herdemê bi reng û dengên xwe yên şoreşgerî emê dengê xwe bilind bikin emê van kesên îxenatkar şermazar bikin pêşberî hemû dûnyayê.
Me got îxanet raste rast berçave. Wekî hûn jî dizanin, li herema Sidekan, Bradostê ji bo ku êrîşekî nû bikin li hemberê gerilayên Kurdîstanê gund tên vala kirin. Evana hemû dîsa cilgirtinên xwe yên fermî dayîna dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi cilên xwe yên fermî xistina nav gel de. Ev hemû îxanet û xwefiroşa mala Barzanî ye. Li ser vê esasê em carekedîn van kesan şermazar û lanet dikin. Em sonda bilindkirina tekoşînê dikin.
Em dibêjin Bimre Îxanet Bimre Îxanetkar!
Wê Serbikeve kesên aşîtîxwaz.
Wê Serbikeve kesên ku rêya Rêber APO dimeşin.
Wê Serbikeve kesên ku jiyanê bi wate dikin.
Wê Serbikeve kesên jiyana rast û heqîqetê dibinin.
Em dîsa dibêjin, Bijî Serok APO, Bijî Sero APO!
Bimre Îxaneta Mala Barzanî, Bimre Îxenatkariya bi Tirkan!
Şehîd Namirin Şehîd Namirin!”