DÊRIK – Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo bi armanca perwerdekirina jinan çalakiyeke konvedanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî azadiya jinan ser bixin” li gundê Zehîriyê yê Dêrikê li dar xist. Endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.
Yekitiyê dê di çalakiyê de, waneyên têkildarî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bide.
Endama rêveberiya Kongra Star Şedye Yusif der barê girîngiya perwerdeyê û fikrê Rêber Abdullah Ocalan, armanca perwerdekirinê, girîngiya wê di civaka exlaqî û polîtîk de, girîngiya rola jinan di civakê û pêxistina çand û behreyên jinan de û pêxistina giyanê komî û karê hevbeş, de axivî.
Piştî bidawîbûna waneya yekemîn, beşdaran nêrînên xwe der barê mijara wê de anîn ziman.
Çalakî dê heta 21`ê Îlonê berdewam bike.